ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08-05-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08-05-2026
8 gulan, 2026   02:00

Şîrovekarê siyasî yê iraqî Eseed El Ebadî diyar kir ku qanûnên Tirkiyê li gorî qanûnên navneteweyî nehatine sererastkirin û rewşa siyasî û ewlehî ya Tirkiyeyê bandorê li ser rewşa Rêber Abdullah Ocalan dike.

Seroka Desteya Rêveber a Şebekeya Rêveberiyên Aştiyê Stêr Qasim got pêdiviya jinên Sûriyeyê bi hêza xwe leşkerî YPJ`ê heye da ku îrade û deskeftiyên xwe biparêzin.   

Li deriyê Sêmalkayê sîstema gumrikê hatiye guhertin û bac zêde bûye. Şênî û bazirgan dibêjin kel û pel gelekî biha bûne. BI WÊNE Û DÎMEN

Jinên ji bajarê Girkê Legê diyar kir ku zimanê Kurdî temsîla cewherê nasname û aîdetbûnê dike, divê bi fermî were naskirin û di destûra nû ya Sûriyeyê de were tesbîtkirin ku mafê nifşan di fêrbûnê û parastina çandê de garantî bike. BI WÊNE Û DÎMEN

Rewşenbîr û endamên saziyên sivîl banga lidarxistina kongreyeke neteweyî ya kurdistanî kir û diyar kir ku kongre rêya yekane ya çareserkirina pirsgirêkan e. BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên bajarokê Zirganê û gundên wê vedigerin warê xwe. Herêm di encama şer de wêran bûye û mayin lê hene. BI WÊNE Û DÎMEN

Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mazopotamiyayê (TEV-ÇAND) ku sîwaneya navendên çand û hunerê yên Rojava ye, dest bi perwerdeyên havînê yên ji bo zarokan kir. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dêrikê merasîma sersaxiyê ji bo fermandarê QSDˊê Gênco Gundik û şervan Serbest Girê Spî li gundê Gundik ê Dêrikê li dar dixe, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Malbatên dîlgirtiyên û xelkê Qamişloyê li Çerxerêya Şehîdan çalakiyekê li dar dixin, 18.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN