Xelkê Zirganê rakirina nivîsên Kurdî ji ser tabloyan şermezar kir

Xelkê Zirganê li dijî rakirina nivîsên bi zimanê Kurdî ji ser tabloyên saziyan ji hêla hikumeta demkî ve şermezar kir û got ev kiryar berdewama siyaseta paşguhkirinê ye.

Xelkê Zirganê rakirina nivîsên Kurdî ji ser tabloyan şermezar kir
7 gulan, 2026   23:30
HESEKÊ

Şêniyên Zirganê ji tevahî pêkhateyan vê êvarî li dijî kiryarên hikumeta demkî ya Sûriyeyê yên rakirina nivîsên bi zimanê Kurdî ji ser tabloyên saziyan çalakiyek li dar xist.

Di çalakiyêd e welatî Ebdulezîz El Osman axivî û got: "Bi salan e ji bo bidestxistina mafên xwe yên çandî û siyasî şêniyan têkoşî û kezebên xwe dan. Ji ber wê em van kiryaran şermezar dikin, ji ber berdewama siyaseta dûrxistin û paşguhkirinê ye. Em daxwaza misogerkirina mafên xwe yên çandî dikin."

Welatî Semah Hacî Hemadê ya ji pêkhateya Ereb jî behsa jiyana hevbeş kir û rakirina nivîsên Kurdî ji ser tabloya Qesra Edlî red kir û got Kurd û Ereb bi hezar salan e bi hev re dijîn.

Semah di dawiyê de got xwîna gelên Kurd û Ereb di parastina vê xakê de têkel hev bûye, mafê her pêkhateyekê ya axaftin û nivîsandina zimanê xwe yê dayikê heye.

(fr)

ANHA