ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08-01-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08-01-2026
8 ÇILE, 2026   02:00

Şêniyên bajarê Til Temirê diyar kirin êrişên li ser Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd sûcekî dermirovî ye û peyamên piştgiriyê dan her sê taxan. BI WÊNE Û DÎMEN

Nivîskar û çalakvanê siyasî yê sûriyeyî Mihemed Îsa diyar kir ku peyama Rêber Abdullah Ocalan a der barê Sûriye û herêmê de hêviya serkeftina nirxên aştî û civaka demokratîk dihewîne, lê dewleta Tirk li Sûriyeyê entegrasayona demokratîk asteng dike.

Beşdarên berxwedana Bendava Tişrînê diyar kir ku wan êrişên dewleta Tirk a dagirker û hovîtiya wê şikandin û dê gelên berxwedêr destanên lehengî û berxwedanê binivîsin. BI WÊNE Û DÎMEN

Hevserokê Ofîsa Têkiliyan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê diyar kir ku yên ku êrişî Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dikin ji aliyê dewleta dagirker a Tirk ve hatine biçekirin û got, armanc ew e ku peyma 1’ê Nîsanê têk bibin. BI WÊNE Û DÎMEN

Di çarçoveya bernameya bîranîna şehîdên komkujiya Parîsê (Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan) û şehîdên bendava Tişrînê de, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) daxuyaniyekê li bajarê Kobanê dide. (09.00). Li bajarên Til Temir û Dirbêsiyê yên kantona Cizîrê jî civîn ji aliyê Kongra Star ve tên lidarxistin (11.00) BI WÊNE Û DÎMEN.

Meclisên Kombûna Jinan ên Zenûbiya yên kantonên Reqa, Dêrazor û Tebqayê ji bo bîranîna endama kombûnê Kerem Mihemed çalakiyan li hola Mişwar a bajarê Reqayê, hola Meclisa Rêveber a Herêma Meamil a Dêrazorê û navenda Çandê ya Şehîd Musena Ebdulkerîm li dar dixin. (11.00) BI WÊNE Û DÎMEN.

Endamê Akademiya QSD’ê, şehîd Îsa Ehmed bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan a bajarê Qamişloyê tê oxirkirin (15.00) BI WÊNE Û DÎMEN

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo şermezarkirina êrişên çeteyên hikumeta demê yên li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê daxuyanî tên dayîn û çalakî tên lidarxistin. BI WÊNE Û DÎMEN