Çeteyan li taxên Helebê malek û sûkek kirin hedef

Çeteyên hikumeta demkî li taxên dorpêçkirî yên Helebê malek û sûkek kirin hedef.

Çeteyan li taxên Helebê malek û sûkek kirin hedef
7 ÇILE, 2026   23:24
NAVENDA NÛÇEYAN

 Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Heleb têkildarî êrişan daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, çeteyên hikumeta demkî  bi taybetî çeteyên "El Emşat" û "El Hemzat" êrişên xwe yên hovane li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dewam dikin.

Hate gotin: "Di çarçoveya van êrişan de bi 2 moşekan malek li herêma Şiqêf hat hedefkirin. Bi droneke xwekuj jî sûka taxa rojava hat hedefkirin."

(b)