Kurdên li Lubnanê êrişên li ser Helebê şermezar kirin

Êrişên li ser Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zeyd yê bajarê Helebê ji aliyê Kurdên li Lubnanê dimînin ve hatin şermezarkirin.

Kurdên li Lubnanê êrişên li ser Helebê şermezar kirin
7 ÇILE, 2026   23:09
NAVNEDA NÛÇEYAN

Kurdên li Lubnanê bi daxuyaniyekê êrişên çeteyên hikûmeta demkî yên li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiye û Benî Zêd şermezar kirin. Daxuyanî li navenda Komeleya Çandî û Civakî ya Newrozê ya li Beyrûtê, bi amadebûna endamên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Kongra Star, malbatên şehîdan û endamên Komeleya Çandî û Civakî ya Newrozê hate xwendin.

Daxuyanî ji aliyê endamê PYD’yê Ehmed Kurdî ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de êrişên çeteyên hikûmeta demkî yên li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiye û Benî Zêd hatin şermezarkirin û hate gotin, êriş binpêkirina qanûnên navneteweyî û peymana 1’ê Nîsanê û agirbestê ye.

Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku "armancgirtina sivîlan tenê xizmeta berjewendiyên aliyên derve dikin hewl didin şerekî navxweyî derbixin û aştiya navxweyî têk bibin."

Di dawiya  daxuyaniyê de ev bang hatin kirin:

’’Tavilê êrişên li ser taxa Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zeyd rawestînin.

Dorpêçê rakin û gihandina alîkariyên mirovî ji bo şêniyan mîsoger bikin.

Lêkolîneke navneteweyî ya serbixwe vekin û hesab ji berpirsên binpêkirinan bixwazin.

Divê civaka navneteweyî, bi taybetî Ofîsa Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî berpirsên xwe yên exlaqî û qanûnî yên bi cih bînin, sivîlan biparizin û rê li ber dubarebûna van sûcan bigirin.

Bêdengiya berdewam ya navneteweyî ya li hemberî van sûc û kiriyaran piştgiriyê dide êrişkaran û barê sivîlan girantir dike, her wiha gefê li pêşeroja Sûriyeyê û yekbûna gelê wê dixwe.’’

(ac)

ANHA