ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07-05-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07-05-2026
7 gulan, 2026   02:00

Lêkolînerekî Kar û Barên Rojhilata Navîn û Siyaseta Nasnameyê diyar kir ku tecrîda berdewam a li ser Rêber Abdullah Ocalan şansê avakirina baweriyê qels dike û rê li ber pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê digire û bandorê li aramiya herêmê dike. BI WÊNE Û DÎMEN

Dayikên şehîdan diyar kir ku ew ê her piştgiriya şervanên xwe bikin û tev li nava kampanyaya piştgiriya YPJ’ê bibin heya YPJ di sazûmaniya Wezareta Parastinê de cih bigire. BI WÊNE Û DÎMEN

Serokê Komîteya Siyasî ya Desteya Giştî ya Tevgera Suweydayê Salih Ebid Hasbanî diyar kir ku Sûriye di nava krîzeke siyasî, aborî û civakî de ye û saziyên neteweyî xirab dibin. Her wiha da zanîn ku her çareseriyek ji bo destpêkirina pêvajoyeke siyasî ya aram hewceyî ji nû ve avakirinê û garantiyên rastîn e. BI WÊNE Û DÎMEN

72 hezar hêktar ji darên zeytûnan li Hemayê rûbirûyî nexweşiyên metirsîdar e. Li beramber vê yekê gazincên şêniyan bê bersivên fermî tên hiştin.

Endamê Yekitiya Rewşenbîran a Til Temirê û mamosteyeke li bajêr bal kişand ser girîngiya yekitiyê û diyar kir ku yekitî bingeha xurtkirina hebûna siyasî û misogerkirina mafan e. BI WÊNE Û DÎMEN

Li Rojavayê Kurdistanê 20 sal e Kongra Star ji bo mafên jinan di aliyê civakî, siyasî, rêxistinî, hiqûqî de tê dikoşe û jinan gelek destkeftî bi dest xistine. Hikumeta demkî ya Şamê hebûna jinan û destkeftiyên wan napejirîne. Berdevka Kongra Star Rîhan Loqo diyar kir ku ew ê ji bo mafên jinan di destûra nû ya Sûriyeyê de mîsoger bikin, tê bikoşin û di vê çarçoveyê de niha hevdîtin û hewldanên wan didomin. BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên gundên bakurê Til Temirê piştî salên koçberiyê hêdî hêdî vedigerin gundên xwe. Şênî ji ber wêranî û nebûna xizmetguzariyê zehmetiyan dikişînin. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê cenazeyên şehîd Gênco Gundik û Serbest Girê Spî li Pakrewangeha Şehîd Xebat Dêrik defin dike, 10.30ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê Çilaxa, xwendekar û mamoste bi daxwaza fermîkirina zimanê Kurdî di destûra Sûriyeyê de ji Çerxerêya Delê de meşekê li dar dixin, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Malbatên dîlgirtiyên li gel hikumeta demkî ya Sûriyeyê li Çerxerêya Sonî ya Qamişloyê bi daxwaza berdana tavilê ya zarokên xwe çalakiyekê li dar dixin, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Kobanê bi armanca redkirin û şermezarkirina guhertina navên bajarok û navçeyên li Kobanê ji zimanê Kurdî bo Erebî û tayînkirina kesên ji derveyî saziyên Rêveberiya Xweser bêyî vîna gel meşeke girseyî li dar dixe, 12.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisên Malbatên Şehîdan ên Qamişlo û Efrînê ji bo 21 şehîdên Asayîşê yên Berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û cenazeyê endamê Asayîşê şehîd Masûd Qamişlo li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan a Qamişloyê merasîmekê li dar dixin, 12.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) li ser girîngî û rola Kovara Hawarê di parastina zimanê Kurdî de li navenda xwe ya Qamişloyê semînerekê dide, 18.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN