Îsraîlê serkirdeyekî "Hêza Ridwan" hedef girt

Artêşa Îsraîlê diyar kir ku li Dahiya Başûr a Beyrûtê serkirdeyekî "Hêza Ridwan" hedef girtiye.

Îsraîlê serkirdeyekî "Hêza Ridwan" hedef girt
6 gulan, 2026   22:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê da zanîn ku bi êrişeke asîmanî serkirdeyekî "Hêza Ridwan" a girêdayî Hizbullahê kiriye armanc, lê heta niha nasnameya wî bi fermî nehatiye aşkerakirin.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu daxuyand ku Îsraîlê li Beyrûtê li dijî "fermandarekî mezin" ê Hizbullahê êrişek pêk aniye.

Girêdayî mijarê, Radyoya Artêşa Îsraîlê diyar kir ku armanca rasterast a êrişê fermandarê "Hêza Ridwan" bû, ku yekîneya elît a Hizbullahê ye bi rola xwe di operasyonên taybet de tê nasîn.

(ac/fr)

ANHA