Li taxa Eşrefiyê ya Helebê avahiyek hilweşiya

Li taxa Eşrefiyê ya bajarê Helebê avahiyek hilweşiya, lê tu kes birîndar nebû.

Li taxa Eşrefiyê ya Helebê avahiyek hilweşiya
6 gulan, 2026   23:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Li kolana Nivîsgehan a taxa Eşrefiyê ya Helebê avahiyek hilweşiya, tu kes birîndar nebû.

Li gorî agahiyan, piştî hat diyarkirin ku gengazî heye avahî hilweşe tîmên Parastina Sivîl avahî ji şêniyan vala kiribû.

Di heman kolanê de, di 6ˊê Adara 2026ˊan de avahiyek hilweşiya bû, wê demê 5 jin, 5 mêr û 2 zarok jiyana xwe ji dest dabûn.

(fr)