ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06-12-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06-12-2025
6 kanûn, 2025   02:00

Rêveberiya Giştî ya Bendavan diyar kir ku ava Bendava Firatê ji 7 metreyan zêdetir daketiye, di heman demê de hilberîna elektrîkê ji 50 megawatî kêmtir bûye û pêdivî bi zêdekirina herikîna avê û destwerdana navneteweyî ya lezgîn heye.

Bi zêdebûna welatiyên ku ji ber guleavêtina bêserûber di nava salekê de birîndar bûne, Desteya Hundirîn a kantona Cizîrê giştînameyek derxist. Di giştînameyê de tedbîrên giran der barê bikaranîn û hilgirtina çekan de hatin girtin.

Serokê Nivîsgeha Helebê ya Kombûna Niştimanî ya Sivîl a Demokratîk destnîşan kir ku binpêkirinên li herêmên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê bûn sedem ku her kes bizane ku êdî navendîtî ji bo birêvebirina Sûriyeyê bi kêr nayê û sîstema nenavendîbûnê rê li ber demokrasiyê vedike û mafên hemûyan misoger dike.

Koçberên ji Serêkaniyê yên li kampan di şert û mercên mirovî yên dijwar de dijîn. Koçberan daxwaza vegera ewle bo malên xwe û pêkanîna peymana 10`ê Adarê kir.

Xelkê kantona Tebqayê cenazeyê şervanê QSDˊê şehîd Îbrahîmn Salih El Îbrahîm li Pakrewangeha Şehîdên Tebqayê defin dike, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê Til Temirê, koçberên Serêkaniyê yên li kampa Serêkaniyê ya Hesekê cenazeyê şervanê Hêzên Komandos şehîd Behrî Serêkaniyê (Izedîn Ehmed Ehmed) ê ku li ser erka xwe li bajarê Holê şehîd bûbû, li Pakrewangeha Şehîdên Til Temirê defin dikin, 12.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Bi destpêşxerêya PYDˊê li bajarê Şedadê xebatên paqijiyêji pêş avahiya meclisa bajêr ve dest pê dikin, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN