2 kesan li kêlek dêreke Şamê alên reş hildan 

Li derdora dêrekê li taxa Diwêla ya Şamê 2 kesan alên reş hildabûn, şêniyên taxê ji ber metirsiya pêkanîna teqînê tirsiyan.

2 kesan li kêlek dêreke Şamê alên reş hildan 
5 kanûn, 2025   23:33
NAVENDA NÛÇEYUAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku 2 kesan li derdora dêreke taxa Diwêla ya Şamê alên reş hildabûn, wê yekê li gel şêniyan metirsiya egera pêkanîna teqînê yan jî hedefgirtinan çêkir.

Li gorî çavkaniyan, li derdora dêrê ji nişka qerabalixek di nava şêniyan de çêbû, şêniyan ji tirsa çêbûna teqînekê hevdu dehf da û hin birîndar bûn.

Ev bûyer, li gel rageşî û hişyariya ewlehiyê ya li gelek herêmên paytextê û metirsiya pêkanîna bûyerên ji nişka ve, pêk tê.

(fr)