ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06-12-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06-12-2024
6 kanûn, 2024   02:00

Endama Însiyatîfa Gel a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Eyşe Efendî diyar kir ku azadiya Rêber Abdullah Ocalan bûye pêwîstiyek û got “Bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dê aloziyên li Rojhilata Navîn çareser bibin.” BI WÊNE Û DÎMEN.

Ji bo piştgirî û alîkariya şêniyên ji Efrîn û Şehbayê ku di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de koçber bûn, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê însiyatîfên takekesî û civakî derketin holê, ev helwest hevgirtina welatiyên herêmê nîşan dide. BI WÊNE Û DÎMEN.

Xebatkarên ajansa me hovîtiya çeteyên dewleta Tirk a dagirker li ser gelê kantona Efrîn û Şehbayê vegotin. BI WÊNE Û DÎMEN.

Şêniyên Qamişloyê bang li pêkhateyên Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku bibin yek û diyar kir ku êrişên diqewimin hewldaneke dewleta Tirk a ji bo pêkanîna planên dagirkeriyê yên li Sûriyeyê ne. Her wiha hişyariya vegera çeteyên DAIŞ’ê jî dan. BI WÊNE Û DÎMEN.

Rêveberên saziyên kantona Firatê diyar kir ku dê li dijî hovîtiya dagirkeran bi rihê seferberiyê li cem şervanên xwe li ber xwe bidin. BI WÊNE Û DÎMEN.

Ji bo şehîd Enes Mihemed û Ebdullah El Ehmed sersaxî li navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê ya li bajarê Dêrikê tê qebûlkirin (10.00). BI WÊNE Û DÎMEN.

ANHA