QSD: Em ê pêşî li êrişên DAIŞ'ê yên li dijî herêmê bigirin

Piştî çeteyên DAIŞ'ê gelek deverên stratejîk ji kontrola hêzên hikumeta Şamê girtin, QSD'ê ragihand ku wê ji bo pêşîgirtina li hewldanên çeteyên DAIŞ'ê yên êrişkirina li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, tedbîr girtine.

QSD: Em ê pêşî li êrişên DAIŞ'ê yên li dijî herêmê bigirin
5 kanûn, 2024   22:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Der barê tevgera şaneyên çeteyên DAIŞ'ê û geşedanên li Sûriyeyê Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê ragihand daxuyaniyêk da

Daxuyniyê de diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê roj bi roj li Çolistana Hims û Dêrazorê ji kontrola hêzên Hikumeta Şamê derdikevin.

Navendê diyar kir ku ji bo pêşîgirtina li hewldanên çeteyan ên êrişkirina li dijî herêmê û li dubarekirina senaryoya 2014'an, QSD'ê tedbîr girtine.

(mh)