Suryan: Em ê mil bi mil li hemberî êrişan bisekinin

Suryanên Asûr ên Keldanî li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker piştgiriya xwe bi QSDˈê re nîşan da û diyar kir ku dê mil bi mil herêmê biparêzin.

Suryan: Em ê mil bi mil li hemberî êrişan bisekinin
5 kanûn, 2024   21:39
HESEKÊ

Pêkhateya Suryan ê Asûr yê Keldan ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê û koçberkirina şêniyan a ji Heleb û kantona Efrîn-Şehbayê de, daxuyaniyek da.

Daxuyanî bi amadebûna bi dehan ciwanên Suryan ên Asûrî ên Keldan li pêşiya dêra Asûrî ya li taxa Nasra ya li bajarê Hesekê hat dayîn û ji aliyê Besam Îbrahîm ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku koçberkirina niştecihên resen ên kantona Efrîn û Şehbayê û bajarê Helebê beşek ji plana dewleta Tirk a dagirker a guhertina demografiya Sûriyeyê û dûrxistina pêkhateyên resen e.

Di daxuyaniyê de teqezî bi domandina têkoşînê li hemberî projeyên dagirkeriyê yên li dijî herêmê hat kirin.

Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku pêwistiya vê qonaxê bi yekbûna pêkhateyan  heye û hate gotin "Mil bi mil em li hemberî êrişan bisekinin."

 Di dawiya daxuyaniyê de ev bang li dewletên garantor û rêxistinên mirovî hat kirin "Bi awayekî lezgîn destwerdanê bikin, alîkariyê pêşkêşî koçberan bikin û krîza mirovî ya heyî çareser bikin."

Suryanan li dijî êrişên li ser herêmê piştgiriya xwe bi QSD û Rêveberiya Xweser re nîşan da, tevlêbûna xwe ya seferberiya giştî ragihand, her wiha soza domandina parastina herêmê da.

(mh/bb)

ANHA