ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05-12-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05-12-2024
5 kanûn, 2024   02:00

Şêniyên ji bajarê Amûdê diyar kir ku dê heya azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan tê bikoşin û got "Em dê berxwedanê bidimînin heya serokê xwe di nava xwe de dibînin."

Welatiyên ji pêkhateya Ermenî bang li hemû pêkhateyên Sûriyeyê kir ku li kêleka QSD’ê bisekinin. Her wiha destnîşan kirin ku armanca QSD’ê li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê parastina sivîlan e.

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê diyar kir ku ew amade ne li gorî pêvajoya heyî her tiştî pêşkêş bikin û li ber xwe bidin.

Siyasetmedarên li bajarê Hesekê bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku ji bo têkbirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, tev li seferberiya giştî bibin.

Berxwedana taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya li hemberî çeteyên ku dewleta Tirk a dagirker ji her deverên cîhanê anîne, nameya "Azadî ji baweriya xurt a bi hêza civakê tê"nîşanî gelên li Sûriye, Rojhilata Navîn û cîhanê dide.

Kongreya Îslama Demokratîk li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê daxuyaniyekê li ber avahiya xwe ya li bajarê Qamişloyê dide (10.00). BI WÊNE Û DÎMEN.

Rûspiyên êlên Kurd û Ereb ên li bajarê Çilaxa li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê koçberiya bi zorê ya şêniyên Efrîn, Şehba û Helebê daxuyaniyekê li Qada Şehîd Mahsum didin. (11.00).  Meclisa Rûspiyan a bajarê Dêrikî jî bi heman armancê daxuyaniyek li ber avahiya meclisê dide, li Til Hemîsê jî daxuyanî li ber avahiya Şaredariya Gel tê dayîn (10.00). BI WÊNE Û DÎMEN.

Cenazeyê şervanê YPG ˈê Berxwedan Fec (Mihemed Etiye Serhan) ê ku 1ˈê Kanûnê li Helebê şehîd bûbû, li Pakrewangeha Şehîd Dijwar a li gundê Dawudiyê yê Hesekê tê veşartin (11.00). BI WÊNE Û DÎMEN.

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ji bo nirxandinên geşedanên dawî civînan ji gel re  li dar dixin. Civîn li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a li Girkê Legê (12.00), li navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeya li bajarê Dêrikê û li bajarê Til Hemîsê tên lidarxistin (11.00). BI WÊNE Û DÎMEN.

Cenazeyên Enes Temam Mihemed û Ebdullah El Ehmed ên di êrişa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bibûn li Pakrewangeha Şehîd Xebat Dêrik tên veşartin. (11.30). BI WÊNE Û DÎMEN.

Şervanê QSDˈê Xalid Mihemed El Mehmûd li Pakrewangeha Şehîdan a li bajarokê Hikumeyê yê Reqayê tê oxirkirin. Şehîd Mihemed Emîn El Xetban jî li Pakrewangeha Şehîdan a li bajarê Keramê yê rojavayê kantona Reqayê tê veşartin (12.00). BI WÊNE Û DÎMEN.

Gelê Firatê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û ji bo piştgiriya koçberên Efrîn û Şehbayê meşekê li dar dixin. (12.00). BI WÊNE Û DÎMEN.

ANHA