Siyasetmedarên li Hesekê banga tevlêbûna li seferberiyê kir

Siyasetmedarên li bajarê Hesekê bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku ji bo têkbirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, tev li seferberiya giştî bibin.

Siyasetmedarên li Hesekê banga tevlêbûna li seferberiyê kir
5 kanûn, 2024   06:10
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Hêzên Sûriya Demokratîk roja yekşemê, li hember êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê, seferberiya giştî ragihand.

Der barê mijarê de hevserokê Nûnertiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ê bajarê Hesekê Ferhan Daûd got: “Ev guherînên bilez ên li herêmê û dagirkirina bajarê Helebê ji aliyê çeteyan ve û êrişên li ser herêmên me tên kirin, nîşan didin ku rewş çi qasî aloz e.”

Daûd her wiha diyar kir ku ragihandina seferberiya giştî ji aliyê Rêveberiya Xweser û hêzên leşkerî ve, tê wateya ku rewşa ku herêm tê re derbas dibe pir hestyar e, ji ber wê jî divê gelên herêmê li dora hêzên xwe yên leşkerî kom bibin û tev li refên van hêzan bibin.

Her wiha destnîşan kir ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê her tim hewl didin êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin û dagir bikin, û axftina xwe wida dewam kir: “Ji ber vê yekê divê em rê nedin ku ew derbasî herêmên me bibin û em li kêleka hêz û rêveberiya xwe bin, dem dema azadî, berxwedan û rûmetê ye.”

Ferhan Daûd axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev axa bi xwîna şehîdan hatiye avdan û bi wê xwînê û bi xebata gel hatiye parastin, ji ber vê yekê em rê nadin ti kesî ku ewlehiya wê têk bibe.”

Siyasetmedar Mihemed Eşref Elî der barê seferberiya giştî ya ku ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve hatiye ragihandin axivî û got: “Em jî amade ne ji bo her rewşa awarte ya li dijî herêmê. Divê gelê me li kêleka hêzên xwe be û li dora rêveberiya xwe kom bibin.”

Elî her wiha got: “Di vê rewşa hestiyar de divê em weke gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tev li vê seferberiyê bibin. Bila ti kes nebêje êriş ne li dijî min e, ji ber ku armanca van êrişan tinekirina gelên herêmê ye, ji ber vê yekê divê her kes bikevin nava liv û tevgerê û li kêleka hêzên xwe bin.”

(k)

ANHA