Nimûneya îradeya gel: Berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê

Berxwedana taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya li hemberî çeteyên ku dewleta Tirk a dagirker ji her deverên cîhanê anîne, nameya "Azadî ji baweriya xurt a bi hêza civakê tê"nîşanî gelên li Sûriye, Rojhilata Navîn û cîhanê dide.

Nimûneya îradeya gel: Berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê
Nimûneya îradeya gel: Berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê
Nimûneya îradeya gel: Berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê
Nimûneya îradeya gel: Berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê
5 kanûn, 2024   07:10
HELEB
MIHEMED EBDO

Di 27’ê Mijdara borî de çeteyên dewleta Tirk a dagirker li dijî bajarê Helebê êriş dan destpêkirin. Li hemberî vê yekê jî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê çîroka berxwedanê derxistine holê.

GERA 22ˈYAN A ASTANAÛ ÊRIŞÊN NÛ

Êrişên çeteyan ên li ser Helebê piştî tora 22ˈyan a civînên Astana (12 Mijdar 2024) dest pê kirin. Di civînê de tu biryarên rawestandina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê Sûriyeyê nehatin dayîn. Berovajî wê, Rûsya û Îranê hewl da berjewendiyên xwe li ser hesabê gelê Sûriyeyê pêk bînin. Ji torên civînên Astana ku ji 2017’an dest pê kirin tu encamên li gorî berjewendiyên gelê Sûriyeyê derneketine. Lê belê "herêmên bêçek" hatin ragihandin ku di encamê de hikumeta Şamê rûberên berfireh ên xaka Sûriyeyê kontrol kirin û dewleta Tirk a dagirker wekî garantora komên çete û terorîst ên Idlib û gundewarê Helebê hat erkdarkirin.

GEŞEDANÊN BILEZ

Di êrişa dawîn a li dijî bajarê Helebê de, çeteyan piştî du êrişên xwekujî derbasî taxên Heleb El Cedîde û Hemdaniye bûn û hemû çek û amûrên berevaniyê yên hêzên rojavayî yên li ba hikumeta Şamê li hemberî wan têk çûn.

Li hemberî vê êrişê hêzên hikumeta Şamê tu berxwedanî nekir û gelê Helebê bi tenê li pêşberî sûc û binpêkirinên çeteyan rû bi rû hişt. Lê li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê rewş cuda bû, gelê taxê li hemberî êrişên muhtemel di amadebaşî û seferberiyê de ne.

MÎRASA BERXWEDANA GEL

Di navbera salên 2012 – 2016’an de, bajarê Helebê ji bo 2 herêmên kontrolê hatibû dabeşkirin. Çeteyên dewleta Tirk a dagirker beşek kontrol dikir û hikumeta Şamê beşa din kontrol dikir. Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jî bi temamî hatibûn dorpêçkirin û herdu aliyan hewl dida herdu taxan kontrol bikin.

Di wê demê de şêniyên herdu taxan xwe li gorî şerê gel ê şoreşgerî bi rêxistin kir, bi şervanan re bûn alîkar, xetên parastinê amade kirin, tedbîr girtin û alîkariya bijîşkî û hwd.pêşkêş kir.

SERKEFTINA ŞERÊ GEL Ê ŞOREŞGERÎ

Têgeha şerê gel ê şoreşgerî ku ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve hatiye pêşkêşkirin yek ji stratejiyên şer ê di çarçoveya berxwedana civakî de ye. Li gorî Rêber Abdullah Ocalan, berxwedan ne tenê pêşketina leşkerî û teknolojî ye, lê belê rêxistinkirina civakê û xweparastina rewa ye jî. Rêber Abdullah Ocalan di pirtûka Sosyolojiya Azadiyê de, şerê gel ê şoreşgerî wekî dermanê li hemberî “penceşêra kapîtalîzmê” pênase dike. Li gorî Rêber Abdullah Ocalan, şerê gel ê şoreşgerî  asta zanabûna civakî û ruhê berpirsiyariyê nîştimanî ya tevahî beşên civakî ya ji bo parastina hebûn û nasnameyê pêş dixe.

Tevî kêmbûna derfetên pêşketî yên madî û leşkerî yên di herdu taxan de, lê dîsa jî îrade, rêxistinkirina civakî û yekbûna pêkhateyan bûn hêmanên sereke yên biserxistina berxwedanê.

Ji sedemên serkeftina berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê  jî pêkanîna şerê gel ê şoreşgerî û pêşxistina xweparastinê ne. Di vê berxwedanê de jinan roleke pêşengtiyê lîst. Jin di eniyên pêşîn ên berxwedanê, rêxistinkirina şêniyan û destekdayîna lojîstîk û bijîşkî de lîst. Hemwextî wê, pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan ên her du taxan li hemberî hewldanên parçekirinê nimumeya hevgirtinê nîşan da.

RÊXISTINKIRIN Û ÎSRARA BERXWEDANÊ

Komên çete yên ku taxa dorpêçkirin û şerê pîskolojî dimeşînin, hewl dan êrişê taxê bikin, lê Hêza Parastina Şêxmeqsûdê xetên xwe yên parastinê xurt kirin û ew hewldan têk birin. Di 30’ê Mijdarê de jî 3 hewldaneke çeteyan hat têkbirin û 3 çete hatin girtin.

Li kêleka xebata leşkerî, şêniyan însiyatîfên dayîna xwînê û pêşkêşkirina alîkariya lojîstîk li dar xistin.

HELWESTA ALIYÊN DIN

Li vir, cudahiyeke mezin di navbera helwesta şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên ku ji bo xweparastinê bûn yek û ya hêzên hikumeta Şamê ya ku bê berxwedan vekişiyane de, derdikeve pêş. Ev helwesta lewaz û qels nîşan dide ku stratejiyeke zelal a parastina sivîlan û pêşîgirtina li dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê li ba hikumeta Şamê tune ye.

BERXWEDANEKE DÎROKÎ

Tiştê ku li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê diqewime ne tenê berxwedaneke hemdemî, lê belê ew nimûneya berxwedana gelan a li hemberî hewldanên qirkirin û guhertina demografî jî ye. Ev têkoşîn dikare bibe rûpelek ji dîroka têkoşîna Sûriyeyê.

ÇARESERÎ RÊVEBERIYA XWESER E

Berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê girîngiya pêkanîna nimûneya Rêveberiya Xweser, derdixe pêş. Ev jî peyameke wiha dide ku serkeftin ne bi pêşketina madî û leşkerî, lê belê bi îradeya gelan û rêxistinkirina wan tê mîsogerkirin.

(mh/bb)

ANHA