ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05-09-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05-09-2026
5 îlon, 2026   02:00

Li Qamişloyê amadekariyên pêşwazîkirina sala xwendinê ya 2026-2027`an didomin. Dibistan tên sererastkirin û pêdivî tên dabînkirin.  (BI WÊNE Û DÎMEN).

Nexweşxaneya Xabûr bê pere xizmeta welatiyan dike, 14 klînkên tenduristiyê vekirin û meha Îlonê dê tehlîlên nexweşên şekir pere çêke.   (BI WÊNE Û DÎMEN).

Şêniyên Qamişloyê diyar kir ku biryara hikumeta veguhêz a destnîşankirina 3 saetan ji bo dersên zimanê kurdî, li dijî fêrbûna mafê bi zimanê dayikê ye û got heya ku zimanê dayikê di destûrê de were mîsogerkirin dê tê bikoşin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Piştî 14 salan ji perwerdeya bi zimanê dayikê û parastina wê, xwendekar rûbirûyî astengiyeke din a li dijî siberoja wan a xwendinê ne. Xwendekar daxwaza perwerdeya bi zimanê kurdî dikin.  (BI WÊNE Û DÎMEN).

Li parêzgeha Hesekê pirsgirêkên jiyanî û xizmetguzarî mezin dibin. Nan, veguhastin, sotemenî û elektrîk biha bûne, aloziya pevguhertina pereyan jî didome û hîna pereyên genim ên cotkaran nedane. Welatî dibêjin biryarên dawiyê yên hikumetê neyînî bandor li jiyana wan kiriye û barê wan giran kiriye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Xelkê bajarê Dirbêsiyê li ser biryara 3 waneyên zimanê Kurdî di hefteyê de xwepêşandaneke girseyî li dar dixe, ji Qada Jin ve dest pê dike, saet 10.00’an. Her wiha xelkê bajarê Hesekê jî bi heman boneyê xwepêşandanekê li dar dixe, saet 17.30’an. BI WÊNE Û DÎMEN

- Şêniyên Hesekê li dijî biryara Wezareta Perwerdê ya 3 waneyên bi zimanê Kurdî di hefteyê de derdikevin xwepêşandanê, saet 17.30’an. BI WÊNE Û DÎMEN