ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05-05-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05-05-2024
5 gulan 2024   02:00

Kaniyên geliyê Herhere yê Minbicê careke din herikîn. Herkîna kaniyan çandin û sewalvanî geş kirin.

Di van çend rojên dawîn de li Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava rewşa tevlihev a atmosfêrê de baran barî û bandoreke neyênî û erênî li ser berhemên çandiniyê kir. Li gorî endazyarê çandiniyê parastina di mîna van rewşan de ew e ku derman werin bikaranîn.

Mijarên wek normalîzekirina Îsraîl û Siûdiye, aloziya nû di navbera Tirkiye û Fransayê de û kar û barên Yemenê bûn rojeva rojnameyên erebî di hefteya borî de.

Xiristiyanên li gorî salnameya rojhilat diçin bi boneya ˊRoja Qiyametêˊ li dêra Mar Circis a Hesekê çalakiyekê li dar dixin, saet 20:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)