Panorama Hefteyê: Aloziyeke nû di navbera Fransa û Tirkiyeyê de

Mijarên wek normalîzekirina Îsraîl û Siûdiye, aloziya nû di navbera Tirkiye û Fransayê de û kar û barên Yemenê bûn rojeva rojnameyên erebî di hefteya borî de.

Panorama Hefteyê: Aloziyeke nû di navbera Fransa û Tirkiyeyê de
5 gulan 2024   07:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb El Londoniye bal kişand ser hewldanên Washingtonê ku dixwaze normalîzekirina di navbera Riyad û Til Evîvê de bi lez temam bibe û nûçeyek bi sernavê "Rêveberiya Biden beriya hilbijartinan kaxizên xwe yên herî dawîn dilîze û dîsa normalîzekirin xist rojevê" weşand.

Li gorî rojnameyê, normalîzekirina têkiliyan di navbera Riyad û Til Evîvê de bûye pêwîstiyeke siyasî ya rêveberiya serokê DYA’yê Joe Biden û di heman demê de ji bo Siûdiyê jî bûye wesîleyek ku dixwaze tawîzan ji Amerîkayê bi dest bixe, ji bo ku ewlehiya xwe biparêze. DYA jî vê yekê baş nas dike, ji ber wê hewl dide di taktîkên xwe de duduliya Siûdiyê ya li hember normalîzekirinê ji holê rake.

Rojnameyê bi bîr xist ku wezîrê karên derve yê DYA’yê Antony Blinken di serdana xwe ya ji bo Riyadê de, li beramber lihevkirineke ewlehiyê di navbera Washington û Riyadê de, hevkêşeyeke diyar û zelal a normalîzekirinê pêşkêş kir.

Rojnameyê diyar kir ku ji vê hevkêşeyê yan jî lihevkirinê aşkera dibe ku ji bo rêveberiya Biden, gelek girîng e beriya hilbijartinan Îsraîl û Siûdiye li hev bikin, ji bo ku destkeftiyeke girîng bi dest bixe ku dijberên wê yên Komarparêz di serdema Donald Trump de nekarî di vî alî de tiştekî bi dest bixin.

ALOZIYA NÛ YA DI NAVBERA TIRKIYE Û FRANSAYÊ DE; QIRKIRINA ASÛR-KELDANAN

Rojnameya Şerq El Ewsat di nûçeya xwe de bal kişand ser aloziyeke nû di navbera Tirkiye û Fransayê de ku Komeleya Nîştimanî ya Fransayê bang li hikumetê dike ku "komkujiyên ku Osmaniyan di salên 1915- 1918``an de li dijî Asûr-Keldanan kirine, nas bike.”

Rojnameyê diyar kir ku vê biryarê Tirkiye aciz kiriye. Her wiha rojnameyê îşaret pê kir ku di navbera Tirkiye û Fransayê de gelek dosyayên nakok hene ku dem bi dem rageşiya di navbera wan de zêde dikin; naskirina komkujiya Ermenan ku sala 1918`an li rojhilatê Anatolyayê bi destê Osmaniyan rû daye, endamtiya Tirkiyeyê di YE`yê de red kir, li rojhilatê Deryaya Spî di helwesta wê ya li dijî Tirkiyeyê de piştgiriya Yewnanistanê kir, her wiha piştgiriya Ermenistanê di şerê wê yê li gel Azerbeycanê de li Qerebaxê kir û gelek dosyayên din hene.

 ÊRIŞÊN HÛSIYAN ZÊDE DIBIN, DAN Û STANDINÊN ÇARESERKIRINA ALOZIYA YEMENÊ SEKINÎNE

Êrişên Hûsiyan ên li Deryaya Sor yek ji rojeva îro ya rojnameya El Erebî El Cedîd e. Di nûçeyê de hate gotin êrişên Hûsiyan ên li Deryaya Sor dan û standinên çareserkirina aloziya Yemenê asteng dikin. Hat bibîrxistin ku Erebistana Siûdî xwe ji hevpeymaniya deryayî ya ji aliyê DYA’yê ve li dijî Hûsiyan hatiye avakirin, dûr xist.

Di dewama nûçeyê de hate diyarkirin ku DYA jî zextê dike ku bêyî rawestandina êrişên Hûsiyan ên li Deryaya Sor û Kendava Edenê dê tu lihevkirineke siyasî ji bo Yemenê tune be.