ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05-01-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05-01-2026
5 ÇILE, 2026   02:00

Li kampa Waşûkanî, zaroka bi navê Lamar Omar, 8 hezar û 670 zarokên din di nav konên hilweşiyayî û sermaya dijwar de dijîn. Xewnên wan tenê ku vegerin gund û dibistanên xwe, dûrî jiyana dijwar a kampan. BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên bajarê Çilaxa yên ku beşdarî berxwedana Bendava Tişrînê bûne, diyar kir ku yekitiya gel li kêleka Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) egereke bingehîn bû ji bo serkeftina berxwedanê. BI WÊNE Û DÎMEN

Karkerên Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiye û Benî Zêd, ji ber dorpêçê û kêmbûna sotemeniya pêxistina alavan, bi erebeyên kişandinê kolanan paqij dikin û çopê derdixin. BI WÊNE Û DÎMEN

Endamên Kombûna Jinan a Zenûbyayê diyar kir ku mîsogerkirina mafên jinan û tevahî pêkhateyan şertê bingehîn ji bo avakirina Sûriyeya nû ye. BI WÊNE Û DÎMEN

Rojnamevanê Sûriyeyî diyar kir ku, li Sûriyeyê veguherînek bingehîn pêk tê ku rûdanên weke hilweşîna desthilatdariyê, zêdebûna binpêkirinan, û siyasîkirina nasnameyê û bêcezatiyek berfireh diqewime. Ev rewşa bêewlehiyê didomîne û tundiyê dike amûrek ji bo zextê. Rojnamevan dibêje ku çareseriya tê xwestin ew e ku pêvajoyek siyasî ya berfireh were destpêkirin û nenavendîkirina demokratîk ku mafan diparêze û baweriya neteweyî ji nû ve ava dike, were pêkanîn. BI WÊNE Û DÎMEN

Komîteya Perwerdê ya Kongra Star dewreyek perwerdê li Akademiya Şehîd perwîn a bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê vedike, 09.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê li hola Marbêla civîna xwe ya salê li dar dixe, 09.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Desteya Çandê ya kantona Tebqayê Mîhrîcana Stranên Niştîmanî li Navenda Çand û Hunerê ya bajêr li dar dixe, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Rêveberiya Giştî ya Trafîkê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civîna xwe ya çapemeniyê ya salane li navenda rêveberiyê ya Hesekê li dar dixe, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN