QSD: Entegrasyona leşkerî di çarçoveya diyalogeke fermî de hat nîqaşkirin

Navenda Ragihandina QSDˊê diyar kir ku îro sibehê fermandarên QSDˊê bi rayedarên hikumeta veguhêz re entegrasyona leşkerî nîqaş kir û her du aliyan li ser berdewamkirina civînan li hev kir.

QSD: Entegrasyona leşkerî di çarçoveya diyalogeke fermî de hat nîqaşkirin
4 ÇILE, 2026   23:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê diyar kir ku "Îro sibehê, di çarçoveya diyalogeke fermî de, fermandarên QSDˊê bi rayedarên hikumeta Şamê re civiyan û dosyaya entegrasyona hêzên leşkerî nîqaş kir.

Her du aliyan li hev kir ku di qonaxa bê de jî civînan bidomînin, da ku nîqaşan temam bikin û vê mijarê bi awayekî rêxistinkirî bişopînin, heta ku encamekê bi dest bixin."

(fr)