ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04-11-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04-11-2025
4 mijdar, 2025   02:00

Endamên Yekitiya Rewşenbîran a Dirbêsiyê diyar kir ku gavên pratîk ên ku ji hêla Tevgera Azadiya Kurdistanê ve hatine avêtin ji bo pêvajoya aştiyê û civaka demokratîk pir girîng in. Rewşenbîran got divê rayedarên Tirkiyeyê gavên berbiçav biavêjin, gava yekem jî azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî ye. BI WÊNE Û DÎMEN

Rewşenbîr û lêkolînerên li bajarê Girkê Legê gava Rêber Abdullah Ocalan û vekişîna gerîla ji nava Tirkiyeyê bi "werçerxeke dîrokî ya ber bi aştiyê ve " wesif kir û diyar kir ku ev ji bo pêkanîna ewlehî û aramiyê li herêmê firseteke dîrokî ye. BI WÊNE Û DÎMEN

Siyasetmedar û rewşenbîrên sûriyeyî têkildarî dûrxistina îradeya gelê Sûriyeyê ji lihevkirinan û rêkeftinên di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de hişyarî dane. Wan da zanîn ku her rêkeftinek ku ne li gorî îradeya neteweyî ya hemû pêkhateyên civaka Sûriyeyê be, dê ne rewa be. BI WÊNE Û DÎMEN

Hêzên Sûriyeya Demokratîk di Cotmehê de 6 operasyon li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ’ê li dar xistin. Di encamê de 2 jê serçete, 79 çete hatin girtin. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi diruşma "Hevjiyana azad misogeriya avakirina civaka komunal a demokratîk e" li bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê foruma duyemîn li dar dixe, 09.30. BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê kantona Reqayê ji bo malbatên 5 şehîdan li bin konê navendî ya li pêş avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a bajêr, sersaxiyê dixwaze, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan ji bo oxirkirina şervanê QSDˊê Goran Qamişlo û bîranîna şervana YPJˊê şehîd Zeyneb Tekoşînê, li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan a Qamişloyê merasîmekê li dar dixe, 12.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Kobanê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Şêrko Kobanê li Pakrewangeha Şehîd Dicle defin dike, 14.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamya ya kantona Cizîrê bi diruşma "Em Hemû QSDˊê ne" li bajarê Til Hemîsê konsera piştgiriya berxwedana QSDˊê organîze dike, 16.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Mîhrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyî ya 8ˊemîn, ya ku ji hêla Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê û bi hevkariya Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve tê organîzekirin, li Navenad Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê ya Qamişloyê, di roja xwe ya duyemîn de dewam dike, 17.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN