Festîvala Şehîd Hogir a 4ˊemîn bi xelatkirinê dawî bû

Festîvala Şehîd Hogir a Xwendekaran a 4ˊemîn a Helebê bi xelatkirina beşdaran, kesayet û saziyên alîkar bi dawî bû.

3 mijdar, 2025   22:03
HELEB

Festîvala Şehîd Hogir a Xwendekaran a 4ˊemîn a bi diruşma "Ji qadên werzîşê heta fezayên zanist û hunerê. Bi ruhê xwendekarên afrîner civaka demokratîk ava bikin" li Parka Zarokên Şehîdên Efrînê ya bajarê Helebê dest pê kir, bi xelatkirina tîmên werzîşê û yên hunerî, kesayet û saziyên alîkar bi dawî bû. Festîval ji bo giyanê şehîd Nûreddîn Sofî hat diyarîkirin.

Di roja duyemîn û ya dawîn a festîvalê de endamê Meclisa Ciwanan a Helebê Şêx Mihemed bixêrhatina mêvanan kir û got ku armanc ji festîvalê vejandina têkoşîna şehîd Hogir di hişmendiya ciwanan û pêşxistina ruhê têkoşîna demokrasî ye. Mihemed festîval diyarî Rêber Apo û şehîdên azadiyê kir.

Endama Yekitiya Xwendekarên Welatparêz a Sûriyeyê Ronahî Yûsif got ku ruhê ciwanên şoreşger ên Apoyî îsrara ciwanan a ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û avakirina Sûriyeya demokratîk nîşan dide.

Piştî axaftinan Koma Şehîd Delîl, Koma Keleha Kultûrê, Koma Şehîd Hêzil, Koma Ava, Koma Şanoyê ya Tevgera Çand û Hunerê berhemên hunerî pêşkêş kirin. Her wiha helbest û tabloyên hunerî hatin pêşkêşkirin.

Dûre kom û tîmên beşdar hatin xelatkirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku şehîd Hogir Kobanê (Husên Cerade) yek ji damezirînerên Konfedrasyona Xwendekarên Kurd bû û di berxwedana li Til Hemîsê ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker de, di 2013'an de şehîd bû.

(mh/fr)

ANHA