Çekdaran bi gule û bombeyan êrişî herêma Dîmas a Şamê kir

Bi dehan çekdaran li ser motorsiklêtan siwar bûbûn, bi avêtina guleyên bêserûber û bombeyan êrişî malên sivîlan ên li herêma Dîmas a gundewarê Şamê kir û camên dikanan şikandin. Çavkaniyên xwecihî da zanîn ku çekdaran bi darê zorê ji malbatên Elewî xwest ku ji herêmê derkevin.

Çekdaran bi gule û bombeyan êrişî herêma Dîmas a Şamê kir
3 mijdar, 2025   23:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanê me ji Şamê da zanîn ku komeke çekdaran ku li 30 motorsiklêtan siwar bibûn êrişî taxên herêma Dîmas a gundewarê Şamê kir,  ku piraniya şêniyên wê Elewî ne.

Li gorî medyayên dîjîtal û çavkaniyên xwecihî, êriş li dijî herêma "Xamîse" û "Muxalefat Xamîse" û hin deverên din hatin pêkanîn.

Heman çavkaniyan aşkera kir ku çekdaran gule û bombe bê serûber diavêtin welatan, camên dikanan şikandin. Wê yekê di nava şêniyan tirsek çêke û li taxê qedexeya derketinê hat ragihandin.

Çekdaran gef li şêniyên taxê ku piranî Elewî xwarin û ji wan xwest ku yan tavilê derkevin an jî "hûn ê werin kuştin".

Çalakvanên xwecihî diyar kir ku ev kiryar beşek ji siyaseta koçberkirina Elewiyan ji Şamê ye.

Berê jî li taxên Someriye, Wirûd û Mezê 86ˊan ku piraniya şêniyên wan Elewî ne, heman sûc û êriş hatibûn pêkanîn.

(mh/fr)