ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03-12-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03-12-2024
3 kanûn, 2024   02:00

- Endamên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Dêrazorê pergala îşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got ramanên Rêber Abdullah Ocalan bûne bingeha têkoşîna wan. BI WÊNE Û DÎMEN.

- Şêniyên Tirbespiyê destnîşan kir ku xweparastin û şerê gel ê şoreşgerî ji bo parastina civakê û têkbirina hemû êrişan bingeha birêxistinkirina gel e. BI WÊNE Û DÎMEN.

- Piştî ku bajarê Helebê ji hêla çeteyan ve hete dagirkirin, bi dehan malbat ji Helebê derbasî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn. Koçberan ji bo alîkarîkirinê spasiya Rêveberiya Xweser kir. BI WÊNE Û DÎMEN.

-Li dijî gef û êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dayika şehîd Agirî Hesekê bal kişand ser girîngiya seferberiya giştî ku ji aliyê Rêveberiya Xweser û QSD’ê ve hatiye ragihand û got fedakariyên şehîdan li her kesî ferz dike bersivê bide banga parastina welat. BI WÊNE Û DÎMEN.

-Cenazeyê Ezîz Selahedîn Şêxo yê ku 1ˈê vê kanûnê di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de li ser rêya Qamişlo-Hesekê şehîd bibû wê li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan a li bajarê Qamişloyê were veşartin. (10.00ˈan) Bi WÊNE Û DÎMEN.

-Rêxistina Nûdem a Astengdaran bi boneya 3`ê Kanûnê Roja Astengdaran a Cîhanî û rewşa astengdarên koçberên ji Şehbayê daxuyaniyekê li pêşiya navenda xwe ya li bajarê Qamişlo dide. (10.00). BI WÊNE Û DÎMEN.

- Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê (TEV-ÇAND) der barê êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yê li dijî herêmê daxuyaniyekê li Stadyuma Şehîdên 12`ê Adarê dide. (13.00ˈan). BI WÊNE Û DÎMEN.

- Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê der barê seferberiya giştî de ku Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îlan kiriye, daxuyaniyekê li ber avahiya xwe ya li bajarê Amûdê dide. (14.00). BI WÊNE Û DÎMEN

ANHA