Şervanên Minbicê lê dan:2 çete hatin kuştin, erebeyek hat îmhakirin

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê hewldana çeteyan a bicihkirina çekên giran li pêşiya barageha ya li gundê El Kreidiyê têk bir. 2 çete hatin kuşin û erebeyek hat îmhakirin.

Şervanên Minbicê lê dan:2 çete hatin kuştin, erebeyek hat îmhakirin
2 kanûn, 2024   22:26
MINBIC

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê der barê mijarê de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yên li ser gundên kantona Minbicê berfireh kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin "Çeteyên dewleta Tirk a dagirker dixwest çekên giran li pêşiya baregeha xwe ya li gundê El Kreidiye bi cih bike. Di encama hişiyariya hêzên me yên Meclisa Leşkerî ya Minbicê ve, 2 hawan hatin hedefgirtin û rûxandin. Yek hawan hate îmhakirin û yek jî derbe xwar. Di ve hedefgirtinê de 2 çete hatin kuştin û erebeya wan hate îmhakirin."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin topbarana dewleta Tirk a dagirker dewam dikin.

(bb)