Koçberên ji Helebê spasiya Rêveberiya Xweser kir

Piştî ku bajarê Helebê ji hêla çeteyan ve hete dagirkirin, bi dehan malbat ji Helebê derbasî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn. Koçberan ji bo alîkarîkirinê spasiya Rêveberiya Xweser kir.

3 kanûn, 2024   06:40
TEBQA
RÊNAD EL ELÎ

Welatiyên ku ji ber êrişên çeteyên Heyet Tehrîr El Şam ên girêdayî dewleta Tirk ên li ser Helebê reviyan, bi rêya Deriyê Eblbûasî yê kantona Tebqayê derbasî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk roja şemiyê ragihand ku wan 2 hezar û 892 xwendekar û şêniyên herêmê ku ji Helebê hatine, pêşwazî kirin.

Welatiyê bi navê Hisên Şêxo ku ji xelkê bajarê Helebê ye, der barê hatina xwe got: "Em di malên xwe de bi ewle dijiyan, ji nişka ve hemû bajarê Helebê wêran bû, mala min li taxa Meydan e, dema ku bombebaran li taxên Helb Cidîdê û Zehra dest pê kir û rewş xerabtir bû, xelkê dest bi revê kirin, me biryar da ku em tevlî karwanê koçberan bibin. "

Hisên Şêxo her wiha got: "Em li otobusê siwar bûn da ku werin herêmên Rêveberiya Xweser ji ber ku tê zanîn cihekî ewle û arame."

Welatiyekî din ê bi navê Hemze Qermeş ku ji bajarê Helebê ye, wiha got: "Rewş ji roja Çarşema borî ve xirabtir bû, em li taxên rojhilat bûn, dema ku çete derbasî taxên rojava bûn me destpêkê berê xwe dan El Safirê, lê me rêwîtiya xwe ya koçberiyê berdewam kir û ji bo ewlehî û aramiyê hatin herêmên Rêveberiya Xweser."

Hemze Qermeş spasiya Rêveberiya Xweser kir û got: "Rêveberiya Xweser alîkariya xelkê Helebê kir ku werin vir.  Em bi ewlekarî, aramî û hezkirinê pêşwazî kirin, em spasiya wan dikin."

Welatiya bi navê Hemîde El Mihemed jî rewşa li Helebê wek trajîk bi nav kir û got: "Em li taxa Elfêd dijiyan, dema ku çete ketin hundir, bombebaran û pevçûnên dijwar dest pê kirin û balafiran dest bi bombebaranê kirin, me nema tehemûl kir, em heta roja din man û piştre bi lez ber bi herêmên Rêveberiya Xweser ve ketin rê. "

Ji roja înê ve, ji ber şerê li Helebê tevgereke koçberiyê ya mezin heye. Xwendekar û şêniyên Helebê bi rêya deriyê Elbûasî yê kantona Tebqayê derbasî herêmê dibin.

(k)

ANHA