ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03-06-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03-06-2024
3 hezîran, 2024   02:00

Şêniyên Kantona Firatê diyar kirin ku ew dê her tim li kolanan bin, ta ku azadiya fîzîkî ya Rêberê Abdullah Ocalan dest bixin.

Şêniyên kantona Reqayê destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi çekên qedexekirî êrişa hêzên gerîla dike, ev yek nîşaneya binketina wê ye. Şêniyan got ew li dijî van êrişan bi hêzên gerîlayan re ne.

Xelkê kantona Minbicê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku ew ê bi girseyî biherikin ser sindoqan da ku hilbijartin bi ser bikevin û guh nadin gefên dewleta Tirk a dagirker.

ˊHevbendiya Gelan û Jinan ji bo Azadiyêˊ, ˊBi hev re xizmetguzariyên başˊ, Partiya Yekitiya Demoqrata Kurd li Sûriye (P.Y.D.K-S), Partiya Avakirin û Pêşxistinê li Sûriyeyê li ser şaredariya Qamişlo hevrik in.

Xelkê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê cenazeyê şervanê QSDˊ Mezlûm Welîd (Qehreman) ji pêş Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecer a li beşa rojavayê taxa Şêxmeqsûdê werdigirin û li Goristana Şehîdên Berxwedana Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê vedişêrin, saet 17:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Blok û hevbendî çalakî û hevdîtinên xwe bi gel re ji bo danasîna namzetên xwe dewam dikin, (BI WÊNE Û DÎMEN)