Agir bi zeviyên çandiniyê yên Minbicê ketiye

Di encama tobparana dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de agir bi rûberên fireh ên zeviyên çandiniyê li gundewarên Minbicê ket.

Agir bi zeviyên çandiniyê yên Minbicê ketiye
2 hezîran, 2024   23:33
MINBIC

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran û navîn gundewarên Minbicê topbaran kirin, di encamê de rûberên fireh ên zeviyên çandiniyê li seranserî eniya şer; ji gundê Seyade yê li rojavayê bajêr heta bi gundê Ereb Hesen ê li bakurê bajêr agir pê ket. 

Tîmên agirkujiyê bi hevkariya şêniyan agir vedimirînin.

(fr)