ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03-05-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03-05-2024
3 gulan, 2024   02:00

Malbatên gerîlayan ên li kantona Cizîrê destnîşan kir ku ew li pişt berxwedana zarokên xwe ya li hemberî siyasetên dagirkeriya Tirk û xiyanetê ne û bawer in ku ev berxwedan dê bi serkeftinê tacîdar bibe.

Li Sûriyeyê di tevahî qadên siyasî, meydanî û civakî de geşedanên bi lez rû didin. Bi xwe re li pêşiya gel li erdnîgariya Sûriyeyê tev de astengiyên mezin afirandin.

Di çalakiyên ˊHefteya Wêjeyêˊ de rexneya wêjeyê cihekî fireh girt. Ji ber ku ew di pêşxistina wêje, dewlemendî û xurtkirina wê de girîng e.

Fatme Mihemed Ilyas (60) ji 30 salan ve her sibe berê xwe dide Qamişlo, ji bo ku şîr û berhemên wê bifiroşe.

Xaliye El Ubeyd, ruxmî nexweşiyê û şikestina destê wê jî, rojane zêdetirî 300 lître avê bi erebeya zarokan dibe mala xwe. Xaliye bang kir ku hesab ji aliyên ku avê li ser Hesekê qut kirine, bê pirsîn.

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) di şahiya ku li navenda hevgirtinê ya li Qamişloyê li dar dixe de xelatên pêşbirka helbesta Kurdî ya 2024ˊan li ciwanan belav dike, saet 19:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)