Bazara şîr, mast û penîrê gundan

beşek ji Kolana Wehdê ya bajarê Qamişlo bûye cihê bazara şîr, mast û penîr ku dayik ji gundan tînin.

Bazara şîr, mast û penîrê gundan
Bazara şîr, mast û penîrê gundan
Bazara şîr, mast û penîrê gundan
Bazara şîr, mast û penîrê gundan
Bazara şîr, mast û penîrê gundan
Bazara şîr, mast û penîrê gundan
Bazara şîr, mast û penîrê gundan
Bazara şîr, mast û penîrê gundan
3 gulan 2024   06:05
QAMIŞLO

Li kolana Wehde ya bajarê Qamişlo bi dehan jinên di berbanga sibehê de ji gundan tên, şîr, penîr, mast û hêk difiroşin.

Fatme tevî jinên gundê xwe ji saetên sibê ve berê xwe dide sûka Melben a Qamişlo da ku şîr û mast û hêkan bifiroşe. Jinên bi temenên 30 heta 60 salî li keviyên rê berhemên xwe difiroşin û heta saetên nîvro dimînin.

Fatme ku li gundê Terteb ê gundewarê Qamişlo dimîne, êvarê mast û hêkan amade dike û şîr jî bi sibê zû berî ku berê xwe bide sûkê amade dike.

Sûka Melben ji mêj ve heye. Xwediyên dikanan, baziragên mast û şîr, li kêlek wê jî şênî berê xwe didin wê sûkê. Ew dibînin ku bihayê berhemên ew jin tînin sûkê kêmtirî yên xwediyên diknan in.

Jin, satilê mastê mihan bi 18 hezar lîreyên Sûriyeyî difiroşin û li dikanan bi 20 hezar lîreyan tê firotin. Her wiha satilê mastê çêlekan li cem jinan bi 8 hezar lîreyên Sûriyeyê ye û li dikanan bi 9 hezar lîreyan tê firotin.

Li kêleka firotina şîr û hêkan, ew jin penîr jî li gorî daxwazan çêdikin.

Fatme Mihemed Ilyas diyar kir ku ew û jinên gundê xwe ji 30 salan ve vî karî dikin da ku debara mala xwe bikin.

Fatme destnîşan kir ku ev kar bû jêdera rizqê wan û pîşeyeke herêmê ye.

(mh)

ANHA