ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03-04-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03-04-2026
3 nîsan, 2026   02:00

Şêniyên herêma Aliyan ji ber bandora berdewamiya şert û mercên dijwar ên girtîgehê yên li ser rewşa tenduristiyê ya Rêber Abdullah Ocalan hişyarî dan. Şêniyan diyar kir ku bidawîanîna tecrîdê û misogerkirina azadiya wî ya fîzîkî ji bo pêşvebirina pêvajoya aştiyê û civakek demokratîk gavên girîng in. BI WÊNE Û DÎMEN

Yekîneyên Parastina Jin ku di 4’ê Nîsana 2013’an de hat avakirin, niha dikeve sala xwe ya 14’an. Bi destpêka pêvajoya entegrasyonê re, têkoşîna ji bo parastina mafên jinan û beşdariya wan di avakirina siberoja Sûriyeyê de, dikeve merheleyeke nû. BI WÊNE Û DÎMEN

Kend û kortên li kolan û rêyên sereke yên bajarê Qamişlo ku bi baranên dijwar re zêdetir bûn, şênî û ajorak tengav kirine. Ajokar li benda çareseriyê, şaredarî jî li benda başbûna rewşa hewa ye. BI WÊNE Û DÎMEN

Rojnamevan Fereh El Eqîl diyar kir ku bingeha her pêvajoyeke destûrî li Sûriyeyê, divê li ser wekheviya rastîn, misogerkirina beşdariya jinan di nivîsandina destûrê de, serxwebûna dadwerî û pêkanîna edaleta veguhêz were avakirin. BI WÊNE Û DÎMEN

Malbatên sivîl û şervanên dîlgirtî 77 roj e li benda zarokên xwe ne û hikumeta demkî dîlgirtiyan serbest bernade. BI WÊNE Û DÎMEN

Festîvala Fîlmên Kurdî ya Sêyemîn ku di navbera 17-19’ê Nîsanê de li bajarê Dusseldorf ê Almanyayê li dar dikeve, ji bo silavkirina berxwedana Rojava bi fîlma ‘Heval Birako’ vedibe. Her wiha keziya jinan ku bû sembola berxwedana Rojava, sembola festîvalê ye.

Bi boneya 4ˊê Nîsanê, Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişloyê ji bo zarokên şehîdan li parka Azadî şahiyekê li dar dixe, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN