Li gundewarê Helebê welatiyek Kurd hat revandin

Hêzên hikumeta demkî ya Sûriyeyê li bajarokê Exterînê yê gundewarê Ezazê welatiyek Kurd ê ji gundê Teanê yê gundewarê Babê revand.

Li gundewarê Helebê welatiyek Kurd hat revandin
2 nîsan, 2026   23:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye daxuyand ku hêzên hikumeta demkî ya Sûriyeyê berêvara îro (2 Nîsan) welatiyê Kurd Heyder Hesen Heyder Ebas (40) ê ji gundê Teanê yê gundewarê Babê revand.

Rêxistinê destnîşan kir ku ji ber tevlêbûna Heyder Ebas a şahiya Newrozê hat revandin, nasname û çeka wî hat desteserkirin û hêzan ew bir navenda xwe ya li Exterînê.

Li gorî rêxistinê, malbata Heyder Ebas bang li aliyên eleqedar kir ku wî berdin, wî tu sûcek nekiriye heta ku were cezakirin û ji mafê wî ye ku tev li şahiya Newrozê bibe.

Rêxistinê da zanîn ku berdewama revandina Heyder Ebas binpêkirina aşkera ya maf û azadiyan e û daxwaza berdana wî û garantiya rêzgirtina qanûnên navneteweyî kir.

(fr)