ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02-12-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02-12-2025
1 kanûn, 2025   02:00

Ramana ku Rêber Abdullah Ocalan pêşengiya wê dike, bi têkoşîna 52 salan civaka Kurd gihand asta ku sînorên hatine xêzkirin ji hişê xwe biavêje, karibe xwe bi rê ve bibe û di têkoşîna azadî û demokrasiyê de ji bo civakên din bibe mînak. BI WÊNE

Endama Buroya Serokatiyê ya MSD’ê diyar kir ku hewldanên dûrxistina jinên sûriyeyî ji avakirina siberoja welêt tên kirin û got, dûrxistina wan dê bibe sedema ku Sûriyeyê vegera serdema tundiya siyasî û cudakariyê. BI WÊNE Û DÎMEN

Nûnerê eşîra El Sada El Eşraf li Sûriye û Iraqê diyar kir ku her êrişek li ser Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) êrişek li ser eşîran e. Her wiha diyar kir ku êrişên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ewlehî û aramiyê têk dibe, û rê li ber vegera çeteyên DAIŞ'ê vedike. BI WÊNE Û DÎMEN

Di meha Mijdarê de li herêmên di bin kontrola hikumeta veguhêz û ên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de 156 kes hatin kuştin ji awn 13 jinin û 20 jî zarokin. BI WÊNE Û DÎMEN

Di çarçoveya koordînaya hevbeş a navbera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Komîteya Koç û Koçberiyê ya girêdayî Meclisa Parlamentoya Iraqê de komeke nû ya malbatên Iraqî yên li kampa Holê ya Hesekê ya kantona Cizîrê ber bi Iraqê ve tê şandin, 10.00. BI WÊNE Û DÎMEN

Yekitiya Şaredariyan a kantona Cizîrê civîna xwe ya salane li Parka Azadî ya Qamişloyê organîze dike, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Aborî û Çandiniyê ya gundewarê kantona rojavayê Dêrazorê civîna xwe ya salane li hola meclisê ya li bajarokê Hesîniyê li dar dixe, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Di salvegera yekemîn a koçberiya ji Şehbayê, piştî ku di 2018ˊan de ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatin koçberkirin de, koçberên Efrîn û Şehbayê yên li bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê dimînin daxuyaniyekê dide, 15.30ˊan, li bajarê Tirbesiyê jî li pêş Mala Êzidî daxuyaniyek tê dayîn, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Desteya Çandê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Mîhrîcana Helbesta Gelêrî bi diruşma "Reseniya Cizîrê li keraxên Firatê" li pêş avahiya desteyê ya li Reqayê li dar dixe, 17.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN