Îsraîl: Hizbullah me dikişîne nava şer

Hikumeta Îsraîlê diyar kir ku Hizbullah wê dikişîne nava şer û bi bîr xist ku Hizbullah ji nû ve tûnelan ava dike û xwe bi çek dike.

Îsraîl: Hizbullah me dikişîne nava şer
30 mijdar, 2025   23:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Nivîsgeha Serokê Hikumeta Îsraîlê Hanî Merzoq da zanîn ku Hizbullah Îsraîlê dikişîne nava şer û di daxuyaniyên xwe yên ji El Erebiyê re diyar kir ku "Hizbullah ji nû ve tûnelan ava dike û xwe bi çek dike."

Berdevkê nivîsgehê anî ziman ku "Niha Hizbullah li ser felckirina dewleta Lubnanê dixebite."

Hikumeta Îsraîlê peyameke hişyariyê ji Lubnanê re bi rêya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) şandibû ku ger Hizbullah bê çek nebe, wê derbeyên xwe li ser xaka Lubnanê berfirehtir bikin.

Li kêlek wê Îsraîlê gefên hedefgirtina nuqteyan xwaribû, lê heta niha ji ber zexta Amerîkayê êrişî wan cihan nekiriye.

(fr)