ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02-09-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02-09-2026
2 îlon, 2026   02:00

Bi destpêkirina Şoreşa Sûriyeyê sala 2011`an, doza Kurdî derbasî qonaxeke nû bû. Kurd bûn aliyeke çalak li Sûriyeyê, xwe gihand tecrubeya Rêveberiya Xweser û QSD`ê, piştî hilweşîna rejîmê sala 2024`an, derbasî qonaxa danûstendina bi Şamê re bû, paşê pêvajoya entegrasyonê, bi van gavan doza Kurdî derbasî pêvajoya siyasî û destûrî bû.

Şêniyên Til Koçber û Çilaxayê li hember biryarên hikumeta veguhêz bertek nîşan dan û got "Hikumet pirsgirêkan çareser nake lê mezintir dike." (BI WÊNE Û DÎMEN).

Lêkolînera ji Misrê Seher Hesen got "Ji bo pêvajo bi ser bikeve divê tecrîda siyasî û qanûnî ya li ser Ocalan rabe û ew bikare dan û standin bi parêzer, siyasetmedar û aliyên têkildar re bike."

Şêniyên li navenda Til Temirê û başûrê wê dimînin ji ber kêmbûna ava stasyona Elokê zehmetiyan dikişînin. Daîreya Avê jî ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê dixebite. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Mamosteyê zimanê Kurdî ku ev 40 sal in li ser zimanê Kurdî lêkolînan dike Arşek Baravî got: “Dema zimanê gelekî tê dagirkirin, dîrok û çanda wî tê dagirkirin. Gel bê ziman tune dibin. Zimanê Kurdî pêşketî ye, zimanê çand, wêje û zanistê ye. Bila kes li ser zimanê me bazarê neke.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

Li dijî biryara  wezareta perwerdeyê ya Sûriyeyê ya der barê perwerdeya bi zimanê Kurdî de li bajarê Til Temirê meşek girseyî tê lidarxistin, saet 10.00‘an. Peymangeha Amadekirina Mamosteyan a Hesekê jî çalakiyekê li dar dixe, saet 11.00‘an. Xwendekar û şêniyên bajarê Kobanê ji qada Jina Azad dest bi meşê dikin, saet 11.00‘an. Însiyatîfa Gel a bajarê Qamişloyê jî meşekê li dar dixe. Xwendekarên bajarokê Mistefawiya yê Girkê Gelê jî daxuyaniyekê didin, saet 10.00‘aan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Festîvala 11‘emîn a Zarokan di roja 2‘yemîn de li ser dika Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajarokê Rimêlanê dewam dike, saet 15.00‘an.  (BI WÊNE Û DÎMEN).