ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02- 09 – 2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02- 09 – 2024
2 îlon, 2024   02:00

Rêber Abdullah Ocalan ji bo pêkanîna hevjiyana azad xususên ku divê jin û mêr pêk bînin diyar kirine. Ji wan xusuan" Mêrekî ji bo zewacê givrokî bûbe, divê zanibe ku herî kêm bi qasî jinê ketiye bin bandora saziya koletiyê."

Jinên Efrînê diyar kirin ku gerîla bi gel heye û gel bi gerîla heye û gotin: "Bi saya gerîlayên azadiyê destkeftiyên şoreşê tên parastin."

Rezên tirî hem dimenek xweş didin û pêdiviyên wan pêşwazî dikin, hem jî, berhemên wan ji bo tevahî kantonên herêmê tên şandin.

8`ê Cotmehê di navbera tevgera Hizbullaha Lubnanê û Îsraîlê de şer dest pê kir û ji wê demê û heta Tebaxê 110 sivîl û 390 endamên Hizbullahê hatine qetilkirin, 3 hezar û 500 yekîneya niştecihî wêran bûn, zirarên mezin li 12 hezar yekîneya niştecihî û zirarên biçûk li 20 hezar avahiyên din çêbûn.

Xwendekarên refa 12ˊan a zanistî li avahiya Zanîngeha Rojava ya Qamişlo ezmûna qebûlkirinê li zanîngeh û peymangehên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşkêş dikin, saet 09:30ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) der barê ˊKoçberiyê, tevgera siyasî ya Kurdî li Rojavaˊ li hola Zana ya Qamişlo komxebatekê li dar dixe, saet 09:30ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Festîvala 5ˊemîn a Şahiya Zarokatiyê di roja duyemîn de li Stadyûma Beledî ya Reqayê dewam dike, saet 10:00 ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)