Peyamên bo Rêber Abdullah Ocalan bi çemê Firatê de hatin berdan

Jinên Minbicê peyamên piştgiriyê ji bo Rêber Abdullah Ocalan nivîsandin û ji bo Rêbertî hêviya azadî û aştiyê kirin.

1 îlon, 2024   23:44
MINBIC

Di Roja Aştiyê ya Cîhanê de Komîteya Însiyatîfa Jinan a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a kantona Minbicê çalakiyeke piştgiriyê li dat xist.

Çalakî li parka Rêber Apo ya berava rojava ya çemê Firatê li dar ket. Di çalakiyê de endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya, nûnerên meclisên sivîl, rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî û Rêveberiya Xweser beşdar bûn.

Di serî de rêvebera Meclisa Edaleta Civakî Asala Axa daxuyanî bi navê komîteyê xwend. Di daxuyaniyê de bal li ser girîngiya Roja Aştiyê ya Cîhanê û pêwîstiya pêkanîna mafên mirovan hat kişandin.

Di daxuyaniyê de behsa metirsiyên ji ber binpêkirina mafên mirovan û hemû qanûn û peymanên navneteweyî yên parastina mafên mirovan hat kirin û wiha hat gotin: "Ji bo pêkanîna aştiyê û çareserkirina hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn û cîhanê, fikrên Rêber Abdullah Ocalan mifte ne."

Di dawiya daxuyaniyê de banga bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, her wiha bang li civata navneteweyî hat kirin ku tecrîdê bi dawî bike.

Di dawiyê de jinan peyamên piştgiriyê ji bo Rêber Abdullah Ocalan nivîsandin û bi ava çemê Firatê de berdan.

(mh)

ANHA