ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02-05-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02-05-2026
2 gulan, 2026   02:00

Cîgirê wezîrê parastinê yê Sûriyeyê Sîpan Hemo diyar kir ku QSDˊê bi avakirina 4 tûgayan tev li Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê bû, xebat li ser danîna pergaleke navxweyî ya artêşeke yekgirtî tê kirin. Qonaxa bê li ser temamkirina sazûmaniya artêşê, yekkirina bicihbûnê û bidawîkirina koman e. BI WÊNE Û DÎMEN

Mamoste û xwendekaran diyar kir ku divê zimanê kurdî di destûra Sûriyeyê de were naskirin û got naskirina ziman û bawernameyên wê mafekî bingehîn e ku berdewama proseya fêrbûnê mîsoger bike û nasnameya rasteqîn a pêkhateyên Sûriyeyê biparêze. BI WÊNE Û DÎMEN

Lêkolînerek kar û barên erebî û navneteweyî de, Suha El Bexdadî got "Ezmûna Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li Sûriyeyê modeleke bêhempa ye li herêmê." Suhayê diyar kir ku YPJ veguheriye projeyeke siyasî û civakî ku rola jinan ji nû ve pênase kiriye û hebûna wan wek hêzeke çalak di şer û avakirina civakê de xurt kiriye. BI WÊNE Û DÎMEN

Şêwirmendê qebîleya Cibûr Ekrem Mehşûş destwerdanên di kar û barên êlan de red kir. Mehşûş banga hişyarî û hevgirtinê li êlan kir. BI WÊNE Û DÎMEN

Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişloyê çalakiyên Mîhrîcana Biharê ya ku xwendekar organîze dikin dide destpêkirin, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Kobanê karwanek şervanên di dem û cihên cuda de şehîd bûbûn li Pakrewangeha Şehîd Dicle oxir dike, 16.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN