Hejmara Gulanê ya Komînalê derket

Hejmara sêyemîn a rojnameya Komînalê bi manşeta “Sosyalîzma Civaka Demokratîk serkeftinê bi dest dixe” bi xwendevanan re hat gihandin.

Hejmara Gulanê ya Komînalê derket
2 gulan, 2026   09:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnamê di hejmara Gulanê de, beşa dawî ya Manîfestoya Civaka Demokratîk weşand. Sernavên sereke yên Manîfestoyê yên di vê hejmarê de ev in:

 * Rastiya Kurd û Kurdistanê (beşa 6’an)

 * Cih û rola PKK’ê ya di dîrokê de (beşa 7’an)

 * Taybetmendî û erkên serdema nû (beşa 8’an)

 Di ronahiya van beşan de bi dehan sernavên ku hatine nirxandin; ji rastiya Kurd heta vejîna Kurd, dîroka kurt a PKK’ê û tiştên ku dane qezenckirina gelê Kurd, armancên siyasî-civakî-enternasyonalîst ên serdema nû û li Rojhilata Navîn çareseriya modernîteya demokratîk û stratejî û taktîk cih digirin. Komînalê ji 24 rûpelên vê hejmarê 18 rûpel ji Manîfestoyê re veqetand.

 Rojnamê her wiha cih da nivîsa Duran Kalkan a bi sernavê “Rastî û pratîka Egîd rê nîşan dide” û nivîsa Komînalê ya bi sernavê “Di bin sîbera şer de Rojhilata Navîn, aborî û dînamîkên siyasî”. Berga paşîn jî ji bo helbesta Cegerxwîn a bi navê “Welat Welat” hat veqetandin.

 Mirov dikare Rojnameya Komînalê ji hemû Navendên Civaka Demokratîk ên li Ewropayê peyda bike.