ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02-04-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02-04-2024
2 nîsan 2024   02:00

Rêber Abdullah Ocalan balê dikişîne ku 4’ê Nîsanê ne tenê rojbûnek e û dibêje, “Mesele ne rojbûna min e. Gel wekî ronesansa xwe, rojbûna xwe dibîne. Divê naveroka wê neyê valakirin. (BI WÊNE)

 Jinên ku di salên 1990’an de serdana Rêber Abdullah Ocalan kiribûn, destnîşan kirin ku wan bi saya Rêber Apo xwe nas kiriye, rojbûna wî ji bo wan jiyane, lewma ew ê ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê xwe hîn zêdetir têbikoşin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şehîd Halîl Dag bal kişandibû ku xebata wan a sînamayê bûye ya hemû gerîlayên li çiyayan dijîn û gotibû;  “Aliyê herî xweş ê çiyayan ev e. Tişta ku li vir tê kirin a her kesî ye. Heta ku li ser gelê Kurd şûrê înkar û îmhayê kil bibe, li dest min çek ez ê li çiyayan bijîm. Îro kameraman im, sibe wênegir im, roja dî ez ê li firnê nanpêj bim. Hewceyî hebe ez ê bi rojan di rê de bimeşim.” (BI WÊNE)

Hevserokê PYD'ê Salih Muslim serkeftina DEM Partî li Bakurê Kurdistanê pîroz kir û destnîşan kir ku ew serkeftina Kurdan e û got: "Tiştê ku di hilbijartinên xwecih de qewimiye destpêka têkçûna AKPˊê û hevkarên wê ye." (BI WÊNE Û DÎMEN)

Wêjeya taybet bi zarokan li herêmê, tevî girîngiya wê li hember gelek astengiyan e. Nivîskar kêm in. Di heman demê de hêvî bi nifşê nû ve girêdayî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bi boneya 4ˊê Nîsanê, li mala Rêbertî ya li gundê Elpelûr ê li rojavayê Kobanê şevbihêrkeke helbestan tê lidarxistin, saet 11:00ˊan, li Tirbespiyê Meclisa Malbatên Şehîdan li avahiya PYDˊê şahiyekê li dar dixe, saet 10:00ˊan, li Dêrikê Kongra Star li navenda Dicle ya Çand û Hunerê civînekê ji şêniyan re li dar dixe, saet 11:00ˊan, li Şehbayê dayikên şehîdan li hola Mîtan tên xelatkirin, saet 11:00ˊan, Meclisa Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê şitlan diçîne, saet 14:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Di roja duyemîn de Mîhrîcana Amara ku Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya Helebê li herêma Cebanat a li beşa rojhilat a taxa Şêxmeqsûdê li dar dixe, bi çalakiyên hunerî dewam dike, saet 21:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA