Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên serkeftina DEM Partî

Li Şehbayê, navçeya Til Temirê, taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û Kobanê têkildarî serkeftinên DEM Partî di hilbijartinên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de şahî û meşên erebeyan hatin lidarxistin.

1 nîsan, 2024   22:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 31ˊê Adarê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hilbijartinên xwecihî li dar ketin, di wan hilbijartinan de vîna gel li dijî faşîzmê bi ser ket. Der barê vê yekê de li Şehba, Til Temir, Heleb û Kobanê şahî hatin lidarxistin.

ŞEHBA

Tevgera Ciwanên Şoreşger bi beşdariya xelkê Efrîn û Şehba li kampa Serdem a Şehbayê hilbijartinên li Bakurê Kurdistanê, her wiha serkeftina DEM Partî bi şahiyekê pîroz kir.

Her wiha xelkê beşdarî şahiyê bûye ji Ajansa me re axivîn.

Di Şahiyê de koçbera bi navê Gulê Mihemed axivî û wiha got: “Kesên ku îrade û têkoşîna Kurdan nas nekir, tune ye. Kurd di berxwedan û têkoşîna xwe de bi israr in. Di hilbijartinên 31’ê Adarê de ev yekê me dît. Gelê me li hemberî polîtîkeyên qirêj ên AKP-MHPˊê tên meşandin, serî hildan û serkeftinên mezin bi dest xistin.”

Her wiha koçbera bi navê Gulistan Mistefa diyar  kir ku hilbijartinên Bakur Kurdistanê bi taybet jî serkeftina ku gelê kurd bi dest xistiye, gelekî birûmet e û wiha anî ziman: “DEM partî li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dîrok nivîsand. Di vê serketinê de hate nîşandan ku ji vê têkoşînê veger nîne.”

Gelê Efrîn û Şehba şahiya xwe bi gerandina dîlanan bi dawî kir.

HESEKÊ

Xelkê navçeya Til Temirê ya kantona Cizîrê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi derketina erbeyan ji pêş Meclisa Malbatên Şehîdan û gera li tevahî taxên navçeyê serkeftina DEM Partî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pîroz kir.

Li gorî encamên nefermî DEM Partî heta niha li 3 bajarên mezin û 7 bajarên din 75 şaredarî bi dest xistin.

HELEB

Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya Helebê bi erebeyan şahiya DEM Partî pîroz kir. Di şahiyê de xelkê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, saziyên sivîl û partiyên siyasî beşdar bûn.

Meşa bi erebeyan ji pêş navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ve dest pê kir û li tevahî kolanên sereke yên navçeyê geriyan. Wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, alên PKKˊê, Tevgera Ciwanên Şoreşger, Yekitiya Jinên Ciwan, TEV-DEMˊê hatin hildan.

Meş li nuqteya destpêkê sekinî, li wir dîlan hatin gerandin.

KOBANÊ

Duh li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê Hilbijartinên xwecihî dest pê kirin. DEM Partî li gelek bajaran serkeftin qezenc kirin.

Îro jî ji ber serkeftina DEM Partî xelkê Kobanê meşeke erebeyan li dar xist û li tevahî Kobanê geriyan û piştire jî erebeyan berê xwe da Qada Jina Azad û li wir şahiyek hat lidarxistin û dîlan hat gerandin.

Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Kobanê Mihemed Ehmed axivî û got: " Dagirkeriyê der heqê Kurdan de tevahî qirkirin pêk anîn. Li hember kiryarên Tirkiyeyê vîna gelê Bakurê Kurdistanê di hilbijartinan de bi ser ket. Bi wê yek tê nîşandan ku fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bi ser ketiye."

Mihemed diyar kir ku çawa gelê Bakurê Kurdistanê di şerê Kobanê de piştgirî da gelê xwe, ew ê jî heta dawiyê li pey gelê xwe yê Bakurê Kurdistanê bin.

Şahî bi gerandina dîlanan bi dawî bû.

ANHA