ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02-03-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02-03-2024
2 adar, 2024   02:00

Şoreşa Rojava ku wekî Şoreşa Jin tê pênasekirin bi pêşengiyan jinan textê desthilatdaran hejand, bingeha pergala nû ava kir. Lewma dagirker jinên pêşeng dikin hedef. Di salek dawî de 7 jinên şoreşger şehîd bûn.  (BI WÊNE Û DÎMEN).

Cotkaran li navçeya Eyn Îsayê bang kir ku lez bidin xebatên belavkirina mazotê. Gerînendetiya Çandiniyê jî diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker kar û xebatên wê asteng dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Desteya Aborî ya kantona Reqayê xebatên ji nû ve avakirina firna "Tişrînê" bi dawî bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Di hefteyên dawîn de şerê Ukrayna – Rûsyayê dijwartir bû. Hin pisporan sedemên vê gûrbûnê spart kêmbûna piştevaniya hêzên rojavayî ji bo Ukraynayê.  Hin pisporên din jî ev  yek spartin daxwaza Rûsyayê ku artêşa Ukraynayê lawaz bike û dawî li şer were. (BI WÊNE).

Meclisa Giştî ya Ciwanan a Partiya Sûriyaya Pêşerojê kongreya xwe ya duyemîn li hola Mişwar a li bajarê Reqayê li dar dixe, saet di 10.00’an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Kongra Star bi boneya 8’ê Adaraê panelekê li ser asta navçeyên Şedadê, Hol, Erîşe û Mergeda yên kanotna Cizîrê li Şedadê li dar dixe, saet di 10.00’an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Li navçeya Dirbêsiyê ji  aliyê Kongra Star ve derwereyeke perwerdeyê ya 3 rojan ji bo mêran tê vekirin, saet di 10.00’an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Kongra Star bi boneya 8’ê Adarê civînekê li ser têkoşîna jinan li navenda Çand û Hunerê ya Dicle ya li bajarê Dêrikê li dar dixe, saet di 11.00’an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Meclisa navçeya Til Birakê jî bi boneya 8’ê Adarê semînerekê dide, saet di 12.00’an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Yekitiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi boneya 8’ê Adarê meşekê li bajarê Hesekê li dar dixe. Meş li çerxerêya Nisir dest pê dike, saet di 14.00’an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinê di roja xwe ya duyemîn de li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişlo didome, saet di 16.00’an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA