ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01-09-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01-09-2026
1 îlon, 2026   02:00

Li Sûriyeyê pirsgirêka gelê Kurd a nasname, welatîbûn û wekheviyê heye, li hemberî wan polîtîka înkarê hate meşandin û bi sedan ji ber xebatên siyasî û daxwaza wan mafên xwe hatin girtin. Piştî li Sûriyeyê sala 2011`an şoreşê dest pê kir gelê Kurd ketin pêvajoyeke nû û di şoreşê de rolekî wan ê sereke hebû.

bi boneya 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê  pêvajoya aştî û civaka demokratîk ku bi banga 27’ê Sibata 2025’an ya  Rêber Abdullah Ocalan dest pê kiriye bi girîngiya vê rojê hîn zêdetir derdikeve pêş û aştiya mayînde û pê re entegrasyona demokratîk tê nîqaş kirin.

Li bajarê Hesekê pirsgirêka çopê zêde dibe, mazot, karmend û alavên paqijiyê kêm in. Şaredariyê ji bo çareserkirina aloziya heyî daxwaza hezar karmendên paqijiyê, 85 alavan û rojane 2 hezar lîtreyên mazotê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Mamosteyên bajarê Hesekê li beramberî biryarnameya Wezareta Perwerdeyê nerazîbûna xwe anîn ziman û gotin nabe zimanê kurmancî sînordar bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Gerînendeya rêxistineke jinan diyar kir ku beşdariya jinan di hikumeta veguhêz a Sûriyeyê û navendên girtina biryarê hîn jî tenê şeklî ye. herwiha diyar kir ku rêjeya heyî ne li gorî hêz û pisporiya jinên li Sûriyeyê ye. Divê mafê jinan di rêya destûr û qanûnên zelal de bê misogerkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hemeleya Paqijiyê ya ku ji aliyê Gerînendeya Herêma Qamişloyê ve bi dirûşma "Qamişlo bajarê paqijiyê ye" hatiye organîzekirin, dewam dike, saet 08.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên Til Temirê bi daxwaza ku rafinerên petrolê yên kevnar ên li seranserê herêmê werin rakirin, xwepêşandanekê li gundê Şiwênayê li dar dixin, saet 11.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li dijî biryara Wezareta Perwerde û Fêkirinê ya hikumeta veguhêz a der barê zimanê Kurdî de çalakî tên lidarxistin. Di vê çarçoveyê de li sûka navanedî ya bajarê Dirbêsiyê xwepêşandan tê lidarxistin. Xwendekarên serketî yên zimanê Kurdî yên li bajarê Hesekê jî daxuyaniyekê li pêşiya avahiya meclisa bajêr didin, saet 10.00‘an. Şênî û xwendekarên bajarê Girkê Legê jî daxuyaniyekê li pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a li bajarokê Rimêlanê didin, saet 15.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Festîvala 11‘emîn a Zorokan bi dirûşma "Zarok bîr, siberoj û hunera jiyanê ne" li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran dest pê dike. Festîval ji aliyê Tevgera Çanda Jinan a Hîlala Zêrîn û Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê (TEV-Çand) ve hatiye birêxistinkirin. 15.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN)