ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01-05-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01-05-2024
1 gulan, 2024   02:00

Şêniyên navçeya Til Temirê destnîşan kir ku pergalên cîhanê, daxwazên gelan ên ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan paşguh dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Lêkolînerê ji Iraqê Mueyed El Elî bang li welatê xwe Iraqê kir ku li ser hesabê serdestiya Iraqê tawîzan nede dewleta Tirk û diyar kir ku Erdogan dixwaze li herêmên berfireh ên bakurê Iraqê xewna dewleta Osmanî vejîne. (BI WÊNE)

Berhemên wêjeyî yên Kurdî bi deh salan di tarîtiyê de man û nedihatim çapkirin û belavkirin, lê belê îro li qada çanda Kurdî wêjeyeke dirust derdikeve holê. Tevî zehmetî û kêmderfetan dîsa jî ew wêje ber bi rêya xwe ya rast ve ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

6 jin ji gundên navçeya Amûdê kooperatîfeke çandiniyê ava kir, ji bo ku debara xwe xwe bi xwe peyda bikin û aboriya herêmê bi pêş bixin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Karkerên Şardariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye mîna şaneyeke mêşên hingiv dixebitin û her du taxan paqij dikin. Karker dibêjin armanca wan a sereke xizmeta ji civakê re ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Tevî dorpêçê jî Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye, li taxa Benî Zêd veguhêzeke kehrebeyê bi cih kir. Ji ber ku hikumeta Şamê her du tax dorpêç kirine û nahêle madeyên pêwîst derbasî her du taxan bibin, şaredariyê ev kar bir serî. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Dayik û bavên şehîdan diyar kir ku hêviyek hebû ku mala Barzanî ji xeta xiyanetiyê vegerin, lê ev xiyanet ji dîrokê ve tê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bi boneya 1ˊê Gulanê, şahiyên girseyî li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên lidarxistin. Li Herêma Meamil a li rojavayê Dêrazorê şahî tê lidarxistin, saet 10:00ˊan, li kantona Reqa Rêxistinên Civaka Demokratîk û Yekitiya Karkeran li hola Tac şahiyekê li dar dixe, her wiha li Yarîgeha Heson a Minbicê şahiyek tê lidarxistin, saet 10:00ˊan, li Tirbespiyê Partiya Çep a Kurdî li Sûriyê li Bendava Mizgeftê şahiyekê li dar dixe, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li kantona Şehba û Efrînê TEV-DEM li kampa Serdemê şahiyekê li dar dixe, saet 16:00ˊan, li Parka Azadî ya Qamişlo şahiyek tê lidarxistin, saet 16:00ˊan, li Hesekê Yekitiya Karkeran li Parka Serdemê ya li taxa Mişêrfê şahiyekê li dar dixe, saet 16:00ˊan, li Dêrikê şahiyek li navenda Ciwanên Şoreşger tê lidarxistin, saet 17:00ˊan, li Helebê li hola Star Layt a li taxa Şêxmeqsûdê şahiyek ji hêla Yekitiya Karkeran ve tê lidarxistin, saet 17:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya Helebê sersaxiyê didin malbata şehîd Deştî, saet 12:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Çalakiyên Hefteya Wêjeyê di roja 5ˊan de li Hotêla Êndîwar a Dêrikê ya Cizîrê dewam dikin, saet 17:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)