ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01-04-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01-04-2024
1 nîsan 2024   02:00

Li bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê bi boneya rojbûna Rêber Abdullah Ocalan amadekariya lidarxistina çalakiyan tê kirin; wek çandina daran û şahiyên girseyî. Çalakî dê ji 3 heta 6'ê Nîsanê bidomin. (BI WÊNE)

Sînamegerê nemir Şehîd Halîl ku digot, “Min yekemcar Kurd di nava gerîla de nas kirin, li vir hevalên min çêbûn, şehîd bûn, li pey wan min rondik barandin”, Sînamegeriya xwe jî wiha vegotibû: “Eger derneketibûma serê çiyê, eger nebûma gerîla, eger min zarokên leheng ên gelê Kurd nas nekiribûya, eger min şahidî ji jiyana wan re nekiribûya, min ê nekarîbûya fîlm çêbikira.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

Gulîstan Yusif ku keça wê jî di berxwedana gireva birçîbûnê ya zindanan de ye, diyar kir ku ew bi keça xwe serbilindin û banga xwedî derketina çalakiyên girtiyên azadiyê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bi boneya nêzbûna rojbûna Rêber Abdullah Ocalan Meclisa Malbatên Şehîdan li kantona Firatê ji zarokên şehîdan re li navçeya Sirînê şahiyekê li dar dixe, saet 11:00ˊan, her wiha li bajarokê Til Xezal ê navçeya Şeran pêşangeha wêneyên Rêber Abdullah Ocalan li Qada Jina Azad a Kobanê ji hêla Yekitiya Jinên Ciwan ve tê vekirin, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya Helebê bi boneya nêzbûna 4ˊê Nîsanê Mîhrîcana Amara heta 2 rojan li dar dixe, mîhrîcan bi çalakiyên werzîşê li Yarîgeha Berxweana taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dest pê dikin, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan û PYDˊê li Helebê bi diruşma ˊRojbûna Rêbertî rojbûna mirovahiyê yeˊ li hola civînan a 8ˊê Adarê panelekê li dar dixin, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li navçeyên Tirbespiyê û Til Temirê yên kantona Cizîrê suryan cejna Ekîto pîroz dikin. Şahî li gundê Girşêran ê Tirbespiyê, gundên Til Werdiyat  û Til Erboş ên Til Temirê li dar dikevin, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Komîna Film a Rojava şehîd Halîl Dag di salvegera wî ya 16ˊan de li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê bi bîr tîne, saet 14:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Jinan a PYDˊ ê ya Hesekê bi boneya rojbûna Rêber Abdullah Ocalan li navenda partiyê şahiyekê li dar dixe, saet 20:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA