Li çolistana Hemayê efserekî hêzên Şamê hat kuştin

Ji destpêka 2024'an ve di pevçûnên navbera hêzên Şamê û DAIŞˊê li çolistana Sûriyeyê de 274 kes hatine kuştin.

Li çolistana Hemayê efserekî hêzên Şamê hat kuştin
31 adar, 2024   22:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Di pevçûna navbera hêzên Şamê û DAIŞ'ê li rojhilatê Selemiyê yê li çolistana Hemayê de efserekî payebilind ê hêzên Şamê hat kuştin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku hejmata kuştiyên di pevçûnên li çolistana Sûriyeyê de ji destpêka 2024'an ve gihîşt 274'an.

(mh)