CHPˊê li Marmarayê li pêş e û AKPˊê deng winda dike

Li Herêma Marmarayê CHP bi ferqekî mezin li pêş e û AKP li gelek bajaran deng winda dike.

CHPˊê li Marmarayê li pêş e û AKPˊê deng winda dike
31 adar 2024   22:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Herêma Marmarayê gelemperiya sindoqan hatin vekirin û gel bi kelecaneke mezin li benda encaman e. Li gorî encamên heta niha, Partiya Gel a Komarê (CHP) bi ferqekî mezin li pêş e û AKP’ê jî li gelek bajaran dengên xwe winda kir. 

 Li 9 bajarên Herêma Marmarayê yên sindoq lê hatine vekirin encamên hilbijartinê wiha ne:

 * Li Stenbolê ji sedî 63’yê sindoqan hatine vekirin û encam wiha ye; CHP ji sedî 50.2, AKP ji sedî 41, Partiya Yenîden Refahê ji sedî 2, DEM Partî 1.95, Partiya Zaferê ji sedî 1, Partiya Îyî ji sedî 0.63.

 * Li Balikesîrê ji sedî 43’yê sindoqan hatine vekirin û encam wiha ne; CHP ji sedî 50, AKP ji sedî 40, Partiya Îyî ji sedî 2, DEM Partî ji sedî 0,6.

 * Li Bursayê ji sedî 45’ê sindoqan hatine vekirin; CHP ji sedî 46, AKP ji sedî 39, DEM Partî 1.2, Partiya Îyî ji sedî 2.

 * Li Çanakkaleyê ji sedî 38’ê dengan hatine vekirin; CHP ji sedî 39, Partiya Îyî ji sedî 36, AKP ji sedî 17, DEM Partî ji sedî 1.8.

 * Li Edîrneyê ji sedî 48’ê sindoqan hatine vekirin; CHP ji sedî 46,92, AKP ji sedî 42, Partiya Îyî ji sedî 5, DEM Partî ji sedî 1.

 * Li Kirklareliyê ji sedî 70’ê sindoqan hatine vekirin; CHP ji sedî 40.1, MHP ji sedî 40.1, Partiya Îyî ji sedî 5, DEM Partî ji sedî 0.15.

 * Li Kocaeliyê ji sedî 49’ê sindoqan hatine vekirin; AKP ji sedî 45, CHP ji sedî 30, Partiya Yenîden Refahê ji sedî 6, DEM Partî ji sedî 2.9.

 * Li Tekîrdagê ji sedî 50’ê sindoqan hatine vekirin; CHP ji sedî 49,7, AKP ji sedî 36, DEM Partî ji sedî 4.10, Partiya Îyî ji sedî 2.

 * Li Yalovayê ji sedî 89’ê sindoqan hatine vekirin; CHP ji sedî 47, AKP ji sedî 40, DEM Partî ji sedî 3, Partiya Îyî ji sedî 1.4.