ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01-03-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01-03-2026
1 adar, 2026   02:00

Lêkolînerê hiqûqa navneteweyî Xalid Cabir diyar kir ku tevî guhertinên siyasî jî li Sûriyeyê sûc û binpêkirinan berdewam in û da zanîn ku pêdivî bi belgekirina sûcan a navneteweyî, hesabpirsîna ji sûcdaran, aktîfkirina edaleta veguhêz û bidawîkirina siyaseta bêcezatiyê heye.

Siyasetmedar Abdullah Demîrbaş diyar kir ku banga Rêber Abdullah Ocalan rê li ber aştî û demokrasiyê vedike û li herêmê alava şer disekinîne.

Êlên Kurdan diyar kir ku gelê Kurd bi yekitiyê dikarê hebûna xwe biparêzê û bang li hemû Kurdan kir ku bi berpirsyarî nêzî pêvajoyê bibin. BI WÊNE Û DÎMEN

Rojnameyan vê hefteyê nivîsî ku Sûriyeyê di mijara ewlehiya avê de ketiye qonaxeke krîtîk. Her wiha Tirkiyê di mijara aştiya bi Kurdan re dualîbûnê dike.

Di 1`ê Adara 2013`an de, di nav aloziya li Sûriyeyê û çend meh piştî destpêkirina şoreşa 19`ê Tîrmeha 2012`an li Rojava, Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) di kêliyek girîng a dîroka herêmê de hate damezrandin. ANHA bû dengek ji bo rastiyê li hember kampanyayên dezenformasyonê û platformek ji bo ragihandina rastiyan ji çavkaniyên wan ên sereke ji raya giştî re, di demekê de ku hêzên serdest teknolojiyên herî pêşketî û dezgehên medyayê bikar dianîn da ku rastiyê veşêrin, nûçeyên derew belav bikin, û hewl bidin ku cihêrengî û pirrengiyê ji holê rakin û gel bêdeng bikin.

Rewşenbîrên bajarê Til Temir diyar kir ku piştgiriya pêvajoya aştiyê ya ku ji hêla Rêber Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin berpirsiyariyeke neteweyî û exlaqî ye, her wiha peyama wî ya dawî rêya bidawîkirina tundiyê ye. BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên Amûdê şervana YPJ'ê Diljîn Mazlûm (Ruha Feysel Hesen) li Pakrewangeha Şehîd Hogir Îsmaîl oxir dikin. (11.00) BI WÊNE Û DÎMEN

Ji bo şervanê QSD'ê Demhat Serêkaniyê merasîma cenaze li Pakrewangeha Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê yê Hesekê tê lidarxistin (11.10) BI WÊNE Û DÎMEN

Di çarçoveya çalakiyên Roja Jinan a Cîhanê de Kongra Star li bajarên Hesekê û Til Temirê qadan bixemilîne (11.00). Bi heman boneyê civînek li bajarê Dirbêsiyê ji jinan re tê lidarxistin. (11.00).

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Meclisa Bajarê Til Temirê bi armanca şîrovekirina rewşa siyasî ji gel re civînekê li kafeterya Kenêr li dar dixin. (12.00) BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Kongra Star a Dirbêsiyê bi daxwaza berdana girtiyan daxuyaniyekê bide. (13.00). BI WÊNE Û DÎMEN