CENTCOM`ê li ser êrişên Îranê yên li ser baregehên Amerîkayê daxuyanî da

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) diyar kir ku di êrişên Îranê yên li ser baregehên wê yên li Kendavê de ti ziyan negihîştiye artêşê.

CENTCOM`ê li ser êrişên Îranê yên li ser baregehên Amerîkayê daxuyanî da
28 sibat, 2026   23:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku di şer û êrîşên Îranê yên li ser bregehên Amerîkî li welatên Kendavê de, ti ziyan negihîştiye artêşê.

Îranê bersiv da êrişên Amerîka û Îsraîlê yên ku îro sibê dest pê kirin û bi sedan mûşek û dron avêtin baregehên Amerîkî li welatên Kendavê yên wekî Erebistana Siûdî, Îmarat, Qeter û Behreynê ê.

CENTCOMê ev lê zêde kir, "Zirara li ser baregehên Amerîkî bi sînor e û bandor li operasyonan nekiriye."

Artêşa Amerîkayê diyar kir ku DYA`ê baregehên fermandarî û kontrolê yên Supaya Pasdarên Şoreşa Îranê, û cihên avêtina mûşek û dronên Îranê hedef girtine.

(k)